Lêgerîna li Beşa Muhacîrat a kampa Holê bi dawî bû

Hêzên Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ xebatên paqijkirin û lêgerîna li çeteyên şaneyên DAIŞˋê di Beşa Muhacîrat a kampa Holê ya taybet bi malbatên biyanî yên çeteyên DAIŞˋê de bi dawî kirin û berê xwe lêgerîna li beşeke nû.

Lêgerîna li Beşa Muhacîrat a kampa Holê bi dawî bû
9 mijdar 2024   21:14
HOL

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya çend kêliyan li ser malpera xwe ya fermî parve kir ku xebatên paqijkirin û lêgerîna li çeteyên şaneyên DAIŞˋê li Beşa Muhacîrat a kampa Holê bi dawî kir.

Navendê diyar kir ku xebat bi serketî û encamên erênî bi ser ket, hêzan berê xwe de beşa 7ˋan ku paqijkirin û lêgerîna li çeteyên DAIŞˋê dewam bikin. Operasyona hevbeş di roja 4ˋan de li gorî plana Odeya Operasyonên Hevbeş daniye, dewam dike.

(fr)