Di meşên li Çilaxa û Girkê Legê de bangên hevgirtinê

Şêniyên Çilaxa û Girkê Legê yên kantona Cizîrê li dijî êrişan meşiyan û li hember êrişan banga hevgirtinê kir.

30 cotmeh, 2024   15:27
QAMIŞLO

Li bajar û bajarokên Herêmên Bakur û Rojhliatê Sûriyeyê nerazîbûnên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û hedefgirtina binesaziya ximzeguzariyê û sivîlan, didomin. Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê, rûspî û nûnerên partiyan meşek li navenda bajêr li dar xist.

Meşê heta Çerxerêya Şehîd Masûm dom kir. Li wir endama Kongra Star a Çilaxa Refîde Ehmed axivî û got: "Çi qas êriş bidomin, em dev ji projeya neteweya demokratîk bernadin û dê destkeftiyên xwe biparêzin. Me bi saya xwîna keç û xortên vî welatî, ev destkeftî bi dest xistin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Husam Hisên sûcên dewleta Tirk a dagirker ên lidijî herêmê şermezar kirin û got: "Bila cîhan zanibe ku em ê heta dawiyê û heta bidestxistina serkeftinê li ber xwe bidin."

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên bajarê Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê yên kantona Cizîrê ji Çerxerêya Şehîd Xebat a li Girkê Legê ta bazara navendî meşiyan.

Li bazarê, endama rêveber a Kongra Star Esmehan Ferho axivî û got: "Dewleta Tirk dixwaze şêniyan bitirsîne û herêmê vala bike. Dixwaze vîna gelên xwedî li Rêveberiya Xweser derketine, bişikîne."

Esmehan bang li hêzên navnetewî û yên têkildar kir ku hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.

Metîn Elî bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê axivî û got: "Li hember êrişan divê em têkoşînê mezin bikin."

 (şx/k)

ANHA

çilaxa