‘Divê artêşa Tirk a dagirker ji axa herêmê bê derxistin’

Komîteya Aborî ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, ciwanên PYD’ê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û banga derxistina artêşa Tirk ji axa herêmê kir.

‘Divê artêşa Tirk a dagirker ji axa herêmê bê derxistin’
‘Divê artêşa Tirk a dagirker ji axa herêmê bê derxistin’
‘Divê artêşa Tirk a dagirker ji axa herêmê bê derxistin’
30 cotmeh, 2024   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Aborî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya, ciwanên PYD’ê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

TEBQA

Komîteya Aborî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin. Endama Komîteya Aborî ya kombûnê Necah El Hisên daxuyanî li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Tebqayê xwend. 

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û bang li hêzên navnetewî hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî û mirovî bi cih bînin, gelê herêmê biparêzin û sûcên dagirkeriyê li dijî sivîlan rawestînin.

HELEB

Ciwanên PYD`ê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin. Endama PYD`ê Sewsen Bîlal daxuyanî li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li ciwanan hate kirin ku van êrişan şermezar bikin.

Her wiha bang li NY û civaka navneteweyî hate kirin ku rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker bigire, sûcan rawestîne, rê nede vejandina DAIŞ`ê û komên terorîst ên ku dewleta Tirk wan fînanse dike.

KOBANÊ

Gelê bajarê Şêranê yê kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek li navenda bajêr da.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Şêranê Talîvan Qadir ve hat xwendin.

Talîvan Qadir diyar kir ku ji 2011`an ve êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê a bakurê Sûriyeyê berdewam in.

Di berdewama daxuyaniyê de Talîvanê got: "Careke din di 23’yê Cotmehê de balafirên xwe rakirin ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet jî li ser Rojavayê Kurdistanê û binesazî hedef girtin.”

Talîvanê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze îradeya civakê tune bike û siyaseta koçberkirinê bimeşîne û got: “Em jî wek civaka gelê herêmê li hember vê qirkirinê helwesta me diyar e, me soz daye ku em ê xeta şehîdên xwe û xwebûna xwe biparêzin, me wek gelê herêmê me destê xwe xistiye destê hev ku em ê xeta netewa demokratîk û xeta şaristaniya demokratîk biparêzin.”

(şx/k)

ANHA