Dirbêsiyê FM 10 sal li şûn xwe hiştin

Radyoya Dirbêsiyê FM ku di di 1`ê Çileya 2016`an de hat damezirandin, 10 salên xwe temam kirin. Radyo erka xwe wek platformeke ku dengê gel radigîne, didomîne.

Dirbêsiyê FM 10 sal li şûn xwe hiştin
Dirbêsiyê FM 10 sal li şûn xwe hiştin
Dirbêsiyê FM 10 sal li şûn xwe hiştin
Dirbêsiyê FM 10 sal li şûn xwe hiştin
Dirbêsiyê FM 10 sal li şûn xwe hiştin
Dirbêsiyê FM 10 sal li şûn xwe hiştin
1 ÇILE, 2026   03:25
HESEKE
CAN ILÊWÎ

Radyoya Dirbêsiyê FM di 1`ê Çileya 2016’an de wek radyoyeke herêmî ku ji bo ragihandina kar û barên civakî li bajarê Dirbêsiyê û bajarokên derdora wê, hate damezirandin. Bi zimanê Kurdî weşanê dike û li ser bingeha prensîbên konfederalîzma demokratîk, ew bûye yek ji platformên ragihandina azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Radyo bernameyên rojane û heftane yên li ser mijarên siyasî, civakî, çandî û aborî, her wiha bernameyên taybetî ji bo jin, ciwan û zarokan diweşîne.

Radyo rojê 18 saetan weşanê dike, saet 6:45’ê sibê bi sirûda Ey Reqîb dest pê dike û heta nîvê şevê berdewam dike. 13 rojnamevan ku hemû şêniyên bajêr in, li radyoyê dixebitin.

Ji rêveberên radyoyê Hesen Umer diyar kir ku bingeha wê li ser ragihandina dengê xelkê Dirbêsiyê û wekî pireke di navbera rayedarên peywendîdar û civakê de hatiye avakirin.

Umer got: “Em niha hewl didin ramanên neteweya demokratîk belav bikin û bibin çavkaniya rastiyê. Hevalên me Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn, Egîd Roj û hemû şehîdên çapemeniya azad jî ji bo rastiyê canê xwe feda kir. Em ê li ser rêya wan berdewam bikin, li gorî nirxên exlaqî û pîşeyî yên ragihandina azad tê bikoşin.”

Ji rêveberên radyoyê Rîhan Hesen jî destnîşan kir ku jin di bernameyên radyoyê de cihekî girîng digirin, bi rêya bernameyên ku li ser bingeha prensîbên neteweya demokratîk mijarên girêdayî jinan û berxwedana wan di nava civakê de vedibêjin. Ev bername, beşdariya jinan di civakê de bi dengên wa radigihînin, her wiha ramanên demokratîk û azad di nava jinên bajêr de belav dikin.

Rîhan Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi şopandina rêya têkoşîna azadiya jinan û di lêgerîna rastiyê de, gelek rojnamevanên jin şehîd bûne, destanên qehremaniyê di dîroka ragihandina azad de nivîsandine. Îro, em hêza xwe ji wan digirin û em ê têkoşînê li ser şopa wan û şopa hemû şehîdên azadiyê bidomînin da ku dengê jinan bi rêya radyoya xwe ragihînin."

(k)

ANHA