Di kêmtirî 24 saetan de Îsraîl 3 car e derbasî xaka Sûriyeyê dibe

Di kêmtirî 24 saetan de hêzên Îsraîlê tevî alavên leşkerî derbasî gelek bajarokên gundewarê Quneyterayê bûn.

Di kêmtirî 24 saetan de Îsraîl 3 car e derbasî xaka Sûriyeyê dibe
5 adar, 2025   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya tevgera artêşa Îsraîlê li hundirê xaka Sûriyeyê de, îro danê sibehê hêzên Îsraîlê derbasî gundên Resim El Minbetêh û Dewayê El Kebîre yên bajarokê Siwêse yê başûrê rojavayê Quneytirayê bûn.

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku  hêzên Îsraîlê yên derbasî wan herêman bûne çend saetan man û piştre vekişiyan, lê tu şer jî di dema derbasbûnê de rû neda bi hêzên herêmî re derneket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku Girêdayî wê di nîvê şeva sêşem-çarşemê de hêzên Îsraîlê derbasî derdora bajarokê Um Batine yê gundewarê Quneytirayê bûn, di heman demê de jî hêzên Îsraîlê bi 7 alaên leşkerî derbasî gundê Mecdoliya û derdora nexweşxaneya bajarokê Xerîbe yê li Nebi El Sexir bûn.

(mh/fr)