Di kampanyaya ‘Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye’ de 12 dibistan hatine paqijkirin

Li Qamişloyê kampanyaya “Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye” dewam dike. Heta niha 12 dibistan di çarçoveya kampanyayê de hatine paqijkirin.

 Di kampanyaya ‘Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye’ de 12 dibistan hatine paqijkirin
 Di kampanyaya ‘Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye’ de 12 dibistan hatine paqijkirin
 Di kampanyaya ‘Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye’ de 12 dibistan hatine paqijkirin
 Di kampanyaya ‘Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye’ de 12 dibistan hatine paqijkirin
 Di kampanyaya ‘Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye’ de 12 dibistan hatine paqijkirin
 Di kampanyaya ‘Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye’ de 12 dibistan hatine paqijkirin
1 îlon, 2026   11:59
QAMIŞLO

Xebatên kampanyaya “Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye” ya ku ji hêla Gerînendetiya Herêma Qamişloyê ve bi hevkariya Şaredariya Gel a Qamişloyê, hejmareke saziyên xizmetguzarî û sivîl dest pê kiribû, didomin. Di çarçoveya kampanyayê de, dibistan hatin paqijkirin û sererastkirin.

Kampanyaya paqijiyê 13`ê Tebaxê bi dirûşma “Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye” bi rasthatina sedsaliya damezirandina Qamişloyê dest pê kiribû.

Îro di çarçoveya kampanyayê de gelek dibistan hatin paqijkirin, li nêzî 12 dibistanan bi beşdariya Gerînendetiya Herêmê, Lîwaya Qamişloyê, Şaredariya Gel, endamên saziyên xizmetguzarî û sivîlan hatin paqijkirin, dibistanên din bi rêya karmendên perwerde û xizmetguzariyê hatin paqijkirin.

Paqijkirina dibistanan di çarçoveya kampanyayê û hatina sala xwendinê ya nû de ku pêk tê. 6`ê Îlonê dibistan vedibin.

(sb)

ANHA