Şêniyên Dirbêsiyê li dijî kêmkirina dema perwerdeya bi zimanê kurdî daketin kolanan

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê li dijî biryara kêmkirina dema perwerdeya bi zimanê kurdî nerazîbûn nîşan da û daxwaza betalkirina biryarê da.

Şêniyên Dirbêsiyê li dijî kêmkirina dema perwerdeya bi zimanê kurdî daketin kolanan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî kêmkirina dema perwerdeya bi zimanê kurdî daketin kolanan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî kêmkirina dema perwerdeya bi zimanê kurdî daketin kolanan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî kêmkirina dema perwerdeya bi zimanê kurdî daketin kolanan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî kêmkirina dema perwerdeya bi zimanê kurdî daketin kolanan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî kêmkirina dema perwerdeya bi zimanê kurdî daketin kolanan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî kêmkirina dema perwerdeya bi zimanê kurdî daketin kolanan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî kêmkirina dema perwerdeya bi zimanê kurdî daketin kolanan
1 îlon, 2026   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro şêniyên Dirbêsiyê li dijî biryara sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bo 3 saetan di hefteyê de, nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev biryar nîşana dûrxistin û paşguhkirina zimanê kurdî ye.

Di xwepêşandanê de ku li bazara navendî ya bajêr hate lidarxistin, şênî, endamên rêxistin û meclisên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û tevgerên ciwanan û jinan ên li bajêr amade bûn.

Di dema xwepêşandanê de, daxuyaniyek ji aliyê Dîlber Şemo û Silava Semo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bi tundî biryara hikumeta Sûriyeyê ya veqetandina tenê 3 saetan di hefteyê de bo perwerdeya bi zimanê kurdî napejirînin. Zimanê kurdî nasname, çand, dîrok û bîra gelekî ye."

Di daxuyaniyê de ji hikumeta veghuêz hat xwestin ku tavilê vê biryara "neheq" betal bike û daxwaza naskirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û her wiha afirandina derfetan ji bo pêşketin û parastina wî hat kirin.

(k)

ANHA