Gaziyên şer rêvebera herêma Qamişloyê Cîhan Hesam pîroz kir

Gaziyên şer serdana rêvebera herêma Qamişloyê Cîhan Seîd Hesam kir. Gaziyan ji bo erka wergirtiye Cîhan Hesam pîroz kir û di xebatên wê de serketin jê re xwest.

Gaziyên şer rêvebera herêma Qamişloyê Cîhan Hesam pîroz kir
Gaziyên şer rêvebera herêma Qamişloyê Cîhan Hesam pîroz kir
Gaziyên şer rêvebera herêma Qamişloyê Cîhan Hesam pîroz kir
1 îlon, 2026   11:56
QAMIŞLO

Heyeteke gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêvebera herêma Qamişloyê Cîhan Seîd Hesam ziyaret kir. 

Cîhan Hesam gaziyên şer pêşwazî kirin û diyar kir ku bi serdana gaziyan hestiyar bûye û got: “Hatina we ji bo min pir giranbiha ye. Ez vê serdanê tiştekî pir mezin dibînim. Ez bi xwe jî gazî me, ji saziya we me û temsîla saziya hevalên gazî jî dikim. Soz didim we ji bo herêma Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Ceza, Til Hemîs û hwd bi hemû hêza xwe ez ê xizmet bikim. Ez ê layiqî vî miletî, saziya gaziyan û we bim. Ez dixwazim wek hevalên gazî hûn jî piştgiriya min bikin. Ez dizanim ji her kesî zêdetir hûn ê min fêm bikin û destekê bidin min. Ez hatina we ji bo xwe wek hêzeke pir mezin dibînim. Ez ê jî timî li cem we bim. Dixwazim bibim layiqî gel û gaziyên Kurd, Ereb, Suryan.”

Li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Egîd Efrîn jî Cîhan Seîd Hesam pîroz kir û got: “Em di kar û xebatên we de serketinê dixwazin.  Erka we pir girîng û dîrokî ye. Hûn wek hevaleke gazî ku we ev erk wergirtiye, ji bo me cihê serfiraziyê ye. Ev erka we hêviyê dide me û tevahî gelên me. Em bi erk û rêveberiya we bawer in.”

Piştî Egîd Efrîn, ji rêveberê gaziyan Elî Hesen jî erka Cîhan Hesam pîroz kir û di xebatên wê de serketin xwest.

Piştî axaftinan gaziyên şer tabloyek wek diyarî da Cîhan Hesam. Cîhan Hesam jî bi wesîleya 100’emîn salvegera avabûna Qamişloyê plaketek da gaziyan. Herî dawî jî wêneyekî giştî hat kişandin.