Di hewldaneke hedefgirtinê de çeteyek hat kuştin

Di hewldaneke hedefgirtina endamê Têkiliyên Leşkerî ya Meclisa Leşkerê ya Dêrazorê de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Di hewldaneke hedefgirtinê de çeteyek hat kuştin
3 gulan, 2024   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser Malpera xwe ya fermî da zanîn ku roja înê li dijî endamê Têkiliyên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hewldaneke hedefgirtinê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiyê pêkanîn.

Êrîşa li ser erebeya endamê Têkiliyên Leşkerî li bajarê Besra yê gundewarê Dêrazorê pêk hat.

QSD’ê li ser Malperê xwe diyar kir ku wan êrîç têk birine û  çeteyek hatiye kuştin yek jî birêndar bûye.

Li gor agahiyên ku QSD'ê weşandine, bi çeteyê hatî kuştin re çekek û hîzameke teqemenî hatin dîtin.

(mh)