‘Em ê heta dawiyê berxwe bidin’

Rûspiyên êlên ereb ên kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk ya dagirker û bêdengiya navnetewyeî li hember van êrişan şermezar kirin û teqezî bi berxwedanê kirin.

‘Em ê heta dawiyê berxwe bidin’
‘Em ê heta dawiyê berxwe bidin’
‘Em ê heta dawiyê berxwe bidin’
‘Em ê heta dawiyê berxwe bidin’
4 gulan, 2024   03:05
HESEKÊ

Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçê zêde dibin.  

Têkildarî mijarê rûspiyê êla El Sade El Tifêhîn a li Holê Deham El Xelef bal kişand li ser armanca van êrişan û wiha git: “Armanca van êrîşan bi esasî têkbirina neteweya demokratîk û  nûjen kirina xewna dewleta osmanî ye. Bi kuştinê, koçberkirinê û têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina fitneyê, dixwazin armancên xwe pêk bînin. Lê belê bi saya vîna gelê herêmê hewldanên wan dê bi bin kevin."

El Xelef wiha domand: "Em bêdengiya saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ya li hemberê van êrişan şermezar dikin."

Rûspiyê êleke bajarê Holê Hemîd El Receb jî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî herêmên ne rewane û wiha got: “ez van êrîşan şermezar dikin. Bila dewlata Tirk bizanê çi dibe bila bibe Em serî ji dewleta Tirk re natewînin û berdêl jî çibe em ê bidin. Em dest ji axa xwe ber nadin.”

Rûspiyê êla El Begare Şayib Ebdullah El Gemer jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmê şermezar kirin û got: "Em dizanin berdêl biha ye. Lê belê em serî natewînin. Em ê heta dawiyê li hemberî dijminan li ber xwe bidin."

(şx(

ANHA