ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-5-2024
Apê Xelîl mala xwe bi dar û kulîlkan xemilandiye, ji ketina malê heta bane wê tije kulîlkên rengîn e. Mala xwe kiriye bihuşt û ji ber wê mala wî di nava taxê de taybet e. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şaredariya Gel a Minbicê gavên pêşîn ên projeya avakirina mezintirîn bajarê pîşesazî li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêniyên bajarê Dêrikê sersaxî didin malbata şehîd Viyan Hilo, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Yekitiya Parêzeran a kantona Tebqayê yekemîn konferansa xwe ya damezirîner li hola Meclisa Zagonsaz li dar dixe, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN