Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de cih dan zêdebûna tevgerên çeteyên DAIŞ’ê, aloziya di navbera Durzî û hêzên desthilata Şamê de, her wiha Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî, aloziya li Sûdanê û bandora wê li welatên derdorê.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
4 gulan, 2025   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdebûna tevgerên DAIŞ, dosyaya Sûriyeyê, aloziya ewlehiyê li gundewarê Şamê û rewşa Sûdanê rojevên hefteyekê yên rojnameyên erebî bûn.

VEBIJÊRKÊN DAIŞ’Ê LI SÛRIYEYÊ Û SÛDWERGIRTINA JI ‘BÊHÊVÎBÛNA CÎHADÎSTAN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat cih da tevgerên DAIŞ’ê, bi taybetî piştî rûxandina rejîmê di Kanûna 2024’an de û sûdwergirtina wê ji valahiya ewlehî û aloziyên li hundirê Sûriyeyê.

Rojnameyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê stratejiyeke nû bi kar tînin ku xwe dispêrin jinûveavakirina şaneyên veşartî. Rojnameyê her wiha bal kişand ser vê yekê ku çeteyên DAIŞ’ê bi rêya malperên xwe xîtaba provokasyonê zêde kiriye û aşkera gefan li serokê nû yê desthilata Şamê dixwin.

‘KURD DI NÎVÊ RÊ DE BER BI ŞAMÊ VE’

Rojnameya El Modon a dîjîtal jî bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku li Qamişloyê li dar ket û wek "piştî salan ji parçebûna partiyan gaveke girîng ber bi yekitiya navxweyî ya Kurdan ve" nirxand. Hate gotin, di encama konferansê de belgeyeke hevbeş derket ku lihevkirineke giştî li ser çareseriyekê di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de ya li ser bingeha modeleke nenavendî, dûrî pêşniyarên cudaxwaz an konfederal nîşan da.

Li gorî rojnameyê; "Ev guhertina di xitaba siyasî ya kurdî de bi rêkeftineke destpêkê ya di navbera serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şara û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de hevdem bû. Ev yek jî nîşanên erênî yên pejirandina diyalogê wekî rêyeke ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî dihewîne, di serî de ji nû ve pênasekirina têkiliya di navbera navend û deverên ku piraniya niştecihên wan Kurd de."

Rojnameyê destnîşan kir: “Tiştê ku qewimî guhertineke bibandor e, ji ber ku helwesteke yekgirtî ya Kurdan derket pêş ku tekezî li ser beşdarbûna di projeya nîştimanî ya Sûriyeyê de dike û garantîkirina destûrî ya mafên çandî û siyasî, bêyî tecrîd an veqetandinê dike. Ev yek di demekê de çêbû ku xwestekeke navxweyî û navneteweyî heye ku nakokiya Ereb û Kurdan li Sûriyeyê bi dawî bibe.”

GUNDEWARÊ ŞAMÊ: ŞER Û FITNEYA MEZHEBÎ

Rojnameya El Nahar hûrgiliyên pevçûnên tund ên ku li bajarê Ceremana yê Sûriyeyê serê sibeha Sêşemê qewimîn eşkere kir, piştî ku komên çekdar ên tundrew êrişeke dijwar pêk anîn, ji ber tomareke dengî ya çêkirî ya li ser navê Şêxê Durzî Merwan Kiwan ku tê de heqaretên olî hebûn.

Di encama pevçûnan de kuştî û birîndar çêbûn, her wiha arîşe û aloziya mezhebî kûr bû, bi taybetî piştî ku şandeke Durzî serdana Îsraîlê kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku serkirdayetiya ruhanî ya Durzî û Wezareta Karên Hundir piştrast kirin ku ew tomar çêkirî ye, û hişyarî dan li ser "destên veşartî" ku hewl didin pevçûnên mezhebî gur bikin da ku xizmeta projeyên parçekirina Sûriyeyê bike.

Rojnameya El Quds El Erebî der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê nûçeyek weşand. Rojnameyê  ku cih da êrişa li nêzî Qesra Serokatiyê ya li Şamê û diyar kir ku ev êriş peyameke zelal ji bo desthilata Şamê ye.

Rojnameyê bi bîr xist ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz teqez kirin ku dê  dê nehêlin Şamê hêzên xwe li başûrê Şamê belav bikin û an Durziyan tehdîd bike. Rojnameyê her wiha bi bîr xist ku ev êriş piştî şerên li bajarokên Ceremana û Eşrefiye Sehnaya yên nêzî Şamê û hin gundên Siwêdayê hatin kirin ku di encama şer de zêdetirî 100 endamên ewlehiya Şamê û şervanên Durzî hatibûn kuştin.

ŞERÊ LI SÛDANÊ Û BANDORA WÊ YA LI SER MISIRÊ

Rojnameya El Quds Erebî jî aloziya li Sûdanê nirxand. Hate gotin, şerê leşkerî yê di navbera artêşa Sûdanê û milîsên Piştevahiya Lezgîn de dewam dike. Rojnameyê da zanîn ku ev şer xetereyeke mezin li ser Misirê çêdike, ji ber ku ewlehiya avê, sînor û ewlehiya herêmê ya Misirê bi Sûdanê ve girêdayî ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku Misir piştgiriya artêşa Sûdanê dike ku wekî hêzeke rewa ye û mafê wê heye qawetê bi kar bîne, lê li ser xetereyên çekên dualî di navbera artêş û milîsan de hişyarî da. Rojnameyê ezmûnên herêmî ji Lubnanê bigire heya Yemenê, nîşan dane ku dikarin bibin sedema hilweşîna dewletan û şerên navxweyî yên dirêj.

Rojnameyê diyar kir ku berpirsyariya Misirê ew e ku hewl bide dawî li şer bîne da ku ewlehiya xwe ya neteweyî û berjewendiyên xwe biparêze.