‘Divê dewleta Tirk banga Rêbertî bi cih bîne’

Jinên ku beşdarî meşa duh a li Qamişloyê bûbûn, destnîşan kir ku divê dewleta Tirk banga Rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne û got “Rêber Apo serokekî cîhanî ye, em dixwazin wî di nava xwe de azad bibînin.”

‘Divê dewleta Tirk banga Rêbertî bi cih bîne’
4 gulan, 2025   02:35
QAMIŞLO

Duh bi pêşengiya Kongra Star, ji bajarên Amûdê, Qamişlo, Tirbepsiyê, Girkê Legê û Dêrikê bi hezaran jin li Qamişloyê hatin gel hev û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.

Jinên tev li meşê bûbûn, der barê mijarê de nêrînên xwe bi ANHA`yê re parve kirin.

Xanê Tahir a ji Qamişloyê da zanîn ku ew ji bo şermezarkirina bêdengiyê û bêhelwestiya dewleta Tirk a li hemberî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û got: “Em dixwazin Rêber Apo di nava xwe de azad bibînin.”

Cazya Hisên a ji Tirbespiyê jî jî diyar kir ku ew qebûl nakin Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de bimîne û diyar kir ku hêzên komploger ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in, lewra komplo li dijî wî pêk anîn û wî di zindanê de dihêlin.

Cazya Hisên wiha pê de çû: “Heta em sax bin em ji dû xet û fikra Serok venagerin. Serokê me yê rûmet, şeref û mirovahiyê ye. Divê dewleta Tirk banga Serok bi cih bîne.”

Sebah Elî ji bajarê Dêrikê ye destnîşan kir ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan rêberê cîhanê bi giştî ye. Rêberê Kurd, Ereb û Tirkan û hwd e, Hebûn û nebûna me girêdayî Serokê me ye.”

Sebah Elî desntîşan kir ku dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser pêyan bin û wiha dom kir: “Rojek tenê li dinyayê bimîne, em ê ji bo Serokê xwe li dinyayê bin.”

(ekîb)

ANHA