Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, hebûna hêzên Îranê li peravên Sûriyeyê, bersiva Îran a li hemberî Îsraîlê, her wiha şerê Rûsya û Ukraynayê.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
18 tebax 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser êriş û planên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê. Hate gotin, Enqere ji ber bêdengiya Iraqê ji êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê wêdetir dinêre û hewl dide hêzên leşkerî yên Iraqê beşdarî êrişên xwe bide.

Rojnameyê destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya zêdekirina şêwirên xwe yên siyasî, diyalogên bi saziyên ewlehiyê yên Iraqê re rewşeke nû ya meydanî ferz bike da ku destkeftiyên zêdetir qezenc bike. Her wiha hate gotin Enqere bi van hewldanan sûdê ji nermbûna Bexdayê werdigire.

Di dewama nûçeyê de hate gotin, Bexda bi helwesta xwe ya nerm dixwaze Tirkiyeyê razî bike da ku tevkariya aborî pê re bi pêş bixe û dosyaya avê çareser bike.

BAREGEHEKE LEŞKERÎ YA ÎRANÊ LI PERAVA SÛRIYEYÊ

Têkildarî rojeva Sûriyeyê rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser hin agahiyan ku Pasdarên Îranê amadekariyên dikin ku baregeheke leşkerî li rojhilatê Deryaya Spî ava bikin. Li gorî rojnameyê, armanca vê gavê, rûniştandina hegemonyaya Îranê li herêmê ye. Ji ber wê Îsraîlê vê salê êrişî gelek navendên li parêzgeha Tartûsê dikir.

Rojnameyê da zanîn ku Pasdarên Îranê ji salekê ve baregehê li berava Sûriyeyê ava dikin. Niha li baregeheke leşkerî ya hikumeta Şamê ya di navbera Ceblê û Tartûsê de dimînin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji lêkolînerekî leşkerî wergirtine, wiha nivisî: "Fermandarê Pasdarên Îranê Riza Zîraî çavdêriya avakirina baregehê dikir, beriya ku di Adara borî de tevî parêzvanên xwe bê kuştin."

Hikumeta Şamê beriya 5 salan îmtiyaz da şîrketeke îranî ku bendereke nû li herêma Eyn Zerqa ya li bakurê herêma Hemîdiyê ya parêzgeha Tartûsê ku nêzî sînorên Lubnanê ye, ava bike. Li gorî îmtiyazê, şîrketa îranî benderê heta 40 salî dixebitîne û bi rê ve dibe.

Rojnameya El Ereb têkildarî sedemên derengbûna bersiva Îranê ya li hemberî Îsraîlê nûçeyek bi sernavê "Sedemên derengbûna bersiva Îranê ya li hemberî Îsraîlê" weşand.Di nûçeyê de hate gotin, Îran ji dema ku soza xistina derbeyê li Îsraîlê daye ve, cîhan xistiye rewşeke bendewarî.

Rojnameyê diyar kir ku dibe ku bersiva Îranê herêmê bixe nava şerekî topyekun û wiha hat domandin: “Şîrovekar diyar dikin ku Îranê tolê dereng dixe ji ber ku bi bandora piskolojîk ya derengxistinê  kêfxweş dibe. Îran vê bandorê jî wekî stratejiyeke guncaw dibîne. Di heman demê de astengkirina koordîneyê bi wekîlên xwe re, nirxandina xetereyên êrişê hiştine ku Îran di bersivdayînê de dudilî ye."

Di rojnameyê de hate diyarkirin ku Îran ji bo bersiveke sivîk bide li hincetan digire. Hate got, dibe agirbesta li Xezayê wekî serketina dîplomatîk ji bo Îranê ku pêwîstiya xwe pê dibîne.

ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ: ÊRIŞA LI KURSKÊ QONAXEKE BER BI DAWIYA ŞER VE YE

Malpera Al Ain ku cih da şerê Rûsya û Ukraynayê diyar kir ku 4 rojên dawîn mîna 2 sal û nîvên şerê Rûsya û Ukraynayê nîn e.

Malperê destnîşan kir ku di 4 rojên dawîn de şerê Moskov û Kîevê gelekî guhertî. Her wiha ketina hêzên Ukraynayê ya nava herêma Kurskê ya Rûsyayê wek "mezintirîn destkefta herêmî ji bo her du aliyan ji dema êrişên dijber ên Ukraynayê yçn li Kharkiv û Khersonê di payîza 2022’yan de" wesifand. Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Dibe ku operasyon bibe sedema bidawîbûna şer, nexasim ku Kîev pirî caran li hember bûyeran bê deng bimîne."

Li gorî malperê, her çendî ku Rûsya li ber xwe bide û veguhastina çekên rojavayiyan bo Ukraynayê bidomîne jî pozîsyona stratejîk a Ukraynayê di xetereyê de ye.

 (bb)