Peymana ewlekariyê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de belgeyeke xiyanetê ya elawat e - RAUF KARAKOÇAN

Peymana ewlekariyê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de belgeyeke xiyanetê ya elawat e - RAUF KARAKOÇAN
18 tebax 2024   09:18

Civîna çaremîn a ‘mekanîzmaya bi ewlekariya bilind a Tirkiye-Iraqê’ pêk hat. Rayedarên her du dewletan li Enqereyê li hev civiyan û ji raya giştî re ragihand ku li ser "hevkariya leşkerî, ewlekarî û têkoşîna li dijî terorê" peymanek îmze kiriye.

Şefê AKP'ê Erdogan 22’yê Nîsanê di serdana xwe ya Iraqê de "Peymana Çarçoveya Stratejîk" îmze kiribû û koma plansaziya hevpar hatibû avakirin. Di 15’ê Tevabê de her du alî hatin cem hev û ev jî nîşan dide êdî planên di navbera her du dewletan de dikevin qonaxa pratîkbûnê.

Wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan û cîgirê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn derketin pêşberî kamerayan û diyar kir ku ev peyman xwedî 'girîngiyeke dîrokî' ye. Fûad Huseyîn ev yek wek "di dîroka her du welatan de mutabaqateke yemenîn" nirxand. Tê zanîn ku ew her du şexs jî Kurd in. Li ser navê du dewletan du wezîzên karên derve yên bi eslê xwe Kurd hatin cem hev û belgenameyeke xiyanetê ya herî berfireh ya li dijî Kurdan wek rûdaneke serbilindiyê nîşan da. Her wiha pir girîng e ku ev belgenameya xiyanetê di 15’ê Tebaxê de derxitin. Pêngaveke li dijî berxwedana 15’ê Tebaxê ye. Ev belgenameya xiyanetê ya du şexsiyetên noker û xayîn îmze kiriye, di salvegera çalakiyên li Şemzînan û Dihê de derxistin. Bê guman ev jî nîşan dide ku dixwazin ji tevgera azadiyê ya Kurdan tolê hildin.

Beriya her tiştî ev peyman ji bo Kurdan belgeyeke xiyanetê ya dîrokî ya elawat e. Her du wezîrên Kurd ên noker li ser navê her du dewletên mêtingerên Kurdistanê, plana jenosîdê ya li dijî gelê Kurd îlan dikin û di heman demê de Iraqê jî tev li şirîkatiya stratejîk a dewleta Tirk û PDK'ê dikin. Fûad Huseyîn li ser navê Iraqê û Hakan Fîdan jî li ser navê Tirkiyeyê wek lekeyeke reş ketin dîroka Kurdan. Her du wezîrên xayîn ên dewletên mêtinger, xerabiyeke herî mezin li gelê xwe kir û bi vê peymana qirkirinê jî tescîl kirin.

Dema mirov li kitekitên peymanê dinêre, dibîne ku bi tenê mijarek tê de heye; tifaqa stratejîk a li dijî PKK'ê. Tê gotin, "Ji bo têkoşîna li dijî terorê dê li Bexdayê navendeke hevpar a koordînasyonê ya ewlekariyê û li Başîqayê navendeke perwerde û hevkariyê ya hevpar bên avakirin." Bi vê peymana 'hevkariya leşkerî, ewlekarî û têkoşîna li dijî terorîzmê', hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Iraqê fermî dibe. Mayîndebûna hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Iraqê, rewakirina sînorên ‘Mîsaqî Mîllî’ ye. Rojnameya El Ereb a ku navenda wê li Londonê ye jî îşaret pê kir ku "Hevpeymana ewlehiyê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li ser axa Iraqê rewa dike" û bal kişand ser xetereyê.

Dibe ku rayedarên Iraqê û heta gelê Başûrê Kurdistanê jî nizanin ka peymana 'ewlekariyê' tê çi wateyê û dê bigihêje ku derê. Lê divê baş were zanîn ku bi vê peymanê re dagirkerî û îlhaqkirina Başûrê Kurdistanê mayînde bûye. Li aliyê din Iraqê jî diberoja xwe wek îpotek daye dewleta Tirk. Mîsaqî Mîllî hatiye rojanekirin. Di çarçoveya Lihevkirina Edeneyê de ku bi dewleta Sûriyê re hatiye îmzekirin, beşek mezin a xaka Sûriyeyê dagir kirin û Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ji Sûriyeyê qetandin. Dewleta Tirk bi hemû saziyên xwe re li wan deran di nava hewldana mayîndebûnê de ye. Bi peymana qaşo ewlekariyê ya bi Iraqê re jî ya bi serê Sûriyeyê de hat, niha jî tê serê Iraqê. Gerçî Iraq bi vê peymanê re ketiye rewşeke ji ya Sûriyeyê xerabtir. Bi avakirina gelek baregehên leşkerî, nuqteyên kontrolê, herêmên kontrolê û çêkirina rêyan li herêmên stratejîk ên li Başûrê Kurdistanê yên dagirkirî, mayînde bûye. Êdî derketina ji van herêman jî mimkûn nîn e.

Dewleta Tirk bi avakirina navenda kordînasyona ewlekariyê ya hevpar a li Bexdayê, firsendeke ku lê digeriya, bi dest xist. Ketiye nava dilê Iraqê. Vekirina Kampa Başîqa ji bo perwerdeyê, pirsgirêkeke din a Iraqê ye. Rastiya ku Tirkiye li vê kampê di pozîsyoneke perwerdeyê de ye, ew e ku dikeve nava damarên Iraqê. Rayedarên Iraqê bi destê xwe vîzeyên ji bo çeteyên DAIŞ'ê bi fermî derbasî Iraqê bibin, di bin sîwana dewleta Tirk de, dan. Bi kurtasî, tevî ku peymana di navbera her du welatan de navê 'ewlekariyê' lê kirine jî û wek peymaneke gelekî bêguneh xuya dike jî, dewleta Iraqê bi vê peymanê re xwe bi Tirkiyeyê ve girê daye.

Divê Iraq bizane ku bi vê peymanê bi awayekî fermî rê daye çeteyên DAIŞ'ê. Têkilî, piştgirî û patroniya dewleta Tirk a bi DAIŞ'ê û rêxistinên din ên cîhadîst ên radîkal re, êdî ne veşartî ye. Ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn ku ev rêxistin di operasyonên li ser sînor de tên bikaranîn. Dewleta Tirk êdî ne dewleteke meşrû ye. Bi polîtîkayên xwe yên agresîf, operasyonên leşkerî yên bi armanca dagirkirinê, sûcên şer ên li herêmên dagirkirî û têkiliyên xwe yên aşkera û fermî yên bi çeteyên îslamî yên radîkal re, êdî bûye dewleteke terorê. Hikumeta AKP'ê li hemû saziyên dewletê yên li nava welêt faşîzm sazkar kiriye. Li derve bûye hêzeke gefxur. Armanca xwe ya rastîn vedişêre; hebûna xwe ya leşkerî-siyasî ya li Sûriye û Iraqê bi hinceta PKK'ê ber bi nuqteyeke din ve dibe. Armanca bingehîn berbelavbûna li erdnîgariyê ye. Bi guherandina demografiya li deverên ku dikevinê û bi avakirina serdestiya faşîzan, neteweperest, nîjadperest û olî, mayînde dibe.

Mijara sereke ya vê peymanê bê guman PKK ye. Li ser bingeha dijberiya PKK'ê konsensûsek e. Biryara dawîn a dadgeriya Iraqê ya li ser hin alî û rêxistinên ku li Şengal û Başûr kar dikin, ji bo hilweşandina zemîna siyasî bû. Ya ku niha tê kirin, destpêkirina operasyonên leşkerî yên tunekirinê ye. Gotinên Hakan Fîdan ên "em dixwazin ev peyman li qadê bikeve meriyetê" nîşan dide ku dewleta Tirk, PDK, Iraq û DAIŞ ji bo heman armancê ketine pozîsyoneke operasyonel.

Lihevkirina di navbera her du welatan de divê ji aliyê gelê me ve baş were fêmkirin. Divê bê zanîn ku encamên wê dê gelekî giran bin. Armanc tesfiyeya topyekûn a tevgera azadiyê ya Kurd e. Dixwazin hemû deskeftiyên gelê me ji holê rakin. Divê ev xetere ji niha ve bên dîtin û li hember wan hestyarî, helwesteke dijber û pêşxistina çalakiyên hevpar û berfireh çêbin.