Li Reqayê têkildarî rûdanên vê dawiyê civîn

Meclisa Giştî ya kantona Reqayê ji xelkê bajêr re ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û bûyerên vê dawiyê li herêmê giştî û Dêrazorê taybet qewimî ne, civînek li dar xist.

Li Reqayê têkildarî rûdanên vê dawiyê civîn
Li Reqayê têkildarî rûdanên vê dawiyê civîn
Li Reqayê têkildarî rûdanên vê dawiyê civîn
Li Reqayê têkildarî rûdanên vê dawiyê civîn
Li Reqayê têkildarî rûdanên vê dawiyê civîn
17 tebax 2024   21:55
REQA

Civîn li hola werzîşê ya stadyûma bajêr bi beşdariya hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Reqa, endamên meclisa giştî û xelkê Reqayê hat lidarxistin.

Di civînê de hevserokê Meclisa Giştî ya Kantona Reqa Luey El Îsra bixêrhatina beşdarna kir û got armanca ji vê civînê şîrovekirina rewşa siyasî ye û êrişên li ser Dêrazorê tên kirin, ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.

Dûre hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqa Meşleb El Turkan axivî û got: "Me tevahî tiştê li Dêrazorê qewimiye dît. Em li dijî van êrişan sekinîn û planên milîsên terorîst têk birin. Em pişta xwe nadin tu kesî, tenê hevgirtina me ji me re pişt e. Êrişên li ser Dêrazorê bi armanca têkbirina hevgirtina nîştimanî bûn."

El Turkan behsa rewşa xizmetguzarî kir û wiha domand: "Di tevahî beşan de xizmetguzarî dewam dike. Me projeyên qîrkirina rêyan, kanalîzasyon, tenduristî û perwerdê pêk anîn. Em teqez dikin ku ji nû ve Reqayê tamîr bikin. Em ê wê yekê bi saya xelkê xwe û Rêveberiya Xweser bikin."

Fermandara Meclisa Leşkerî ya Reqa Çîçek Elî axivî û got: "Bi beşdarbûna we moralên me bilind dibin. Rewşa leşkerî ya niha li gorî rewşa siyasî ku niha em tê re derbas dibin, tevî hin pirsgirêkên heyî, aram e."

Çîçek wiha domand: "Êrişa li ser Dêrazorê ne tesaduf bû, lê ji hêla dewletên mîna Tirkiyeyê û hwd ve plankirî bû. Lê hêzên me û xelkê me yê Dêrazorê ev plan û êriş têk birin. Ev ne lîstokên rejîmê bûn, ji ber ku tu hêza wê ya êrişên li dijî me nîn in. Ev bi destê milîsên Îranê û komên girêdayî hikumeta Şamê û rejîma Tirkiyeyê bûn."

Dûre beşdaran pirsên xwe kirin. Çîçek Elî û hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Meşleb El Turkan berisvên pirsên beşdaran da.

(fr)

ANHA