‘Çareseriya pirsgirêkên jinan û Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye'
Jinên ku beşdarî xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bûbûn, diyar kir ku wan bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan rastî nas kiriye.
Xelekên xwendinê parêznameyan di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de berdewam dikin.
Jinên ji Efrînê û Şehbayê yên ku beşdarî xwendina parêznameyan a Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bûbûn, ji ANHA'yê re axivîn.
Zîlan Xelîl tecrîda giran a li Îmraliyê şermezar kir û wiha got: "Ez tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikim. Nikarin di navbera me û Rêber Apo de qutbûnekê çêkin.”
Kurdistan Mûrişd jî wiha anî ziman: “Beşdariya me ji bo xelekên xwendinê da ku em xwe zêdetir di fikir û ramanên Rêber Apo de kûrtir bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê her tim li çalakiyan bin.”
Rûken Ehmed jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî tê meşandin, li dijî gelan e û wiha got: "Ji bo şikandina tecrîdê divê em xelekên xwendina parêzname û pirtûkên Rêber Apo zêdetir bikin.”
ANHA