Femandara YJA Starê Berwar Dêrsim şehîd bû

HPG’ê ragihand ku Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û Endama Konseya Rêvebir a HPG û YJA Starê Berwar Dêrsim bi qehremanî şer kir û şehîd bû.

Femandara YJA Starê Berwar Dêrsim şehîd bû
17 tebax 2024   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û Endama Konseya Rêvebir a HPG û YJA Starê Berwar Dêrsim şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

 “Di navbera 7-10’ê Tebaxê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li herêma Gilîdax a Serhedê operasyoneke berfireh û êrîşên dijmin pêk hat. Di navbera dagirker û hêzên me de şer qewimî ku hêzên me bi çalakiyên bandor bersiv dan van êrîşên dagirkeran. Di şer de bi taktîka sabotajê derbên giran li dagirkeran hat xistin û windahiyên dijmin heye. Dema ku agahiyên zêdetir werin wê bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re were parvekirin.

Di vê şerê de ku li herêma Gilîdaxê çêbû, 8’ê Tebaxa 2024’an Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê, Endama Konseya Rêvebir a HPG û YJA Starê Berwar Dêrsim bi qehremanî şer kir û şehîd bû.

Hevrêya me Berwar ku evîna azadiyê, hezkirna welêt û êşa gelê xwe kir rênîşanderê mejî û dilê xwe, jineke Kurd ku xwedî wêrekî û xwebaweriyeke mezin bû. Hevrêya me Berwar ku ji bo doza hebûn û azadiya gelê me berê xwe da çiyayan, bi nasname û rastiya jina azad xwe gihand heqîqetê û bi îdeolojiya Apoyî xwe ji nû ve afirand. Her ku meziyetên milîtaniya Apoyî û rêgezên jiyana azad xist kesayeta xwe pêş ket, xurt bû, xweşik bû û bû şoreşgerekî leheng. Îdia û biryardariya xwe ya şoreşgeriyê mezin kir û tevlî Hêzên Taybet bû. Û bû milîtan û fermandarekî fedayî ya Apoyî. Meşa şoreşê weke ku govendê digerîne, her tim bi coş, moral û kêfxweşî domand. Ji qadên herî bi zehmet ên Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê têkoşiya. Herî dawî li Eyaleta Serhedê bi erka Fermandariya Eyaletê ya YJA Starê rabû. Ji bo ku gerîlatiya modernîteya demokratîk, taktîkên nû yên serdemê û tarzê şer ê tîmên pispor bi serkeftî pêk bîne, bêyî hesab xwe feda kir. Hevrêya me Berwar ku aşiqê lûtkeyên çiyayê Kurdistanê bû ku bi evîneke mezin dimeşiya, hilkişiya lûtkeya Çiyayê Agirî bi navekî xwe yê din Gilîdaxê û ala xwe ya têkoşînê li wê derê li ba kir. Hevrêya me Berwar xwe ji serî heta binî fedayê azadiya gel û hemû jinan kir, berpirsyariya xwe ya dîrokî li her derê bi layiqî bi cih anî û nîşan da ku fermandar û şoreşgerekî pêşeng e.

Hevrêya me Berwar ku di her kêliya jiyana xwe de jiyana azad û hevrêtiya rast li hevreyên xwe da hîskirin û mamosteyekî mezin bû, bi wêrekî, helwest, tevlîbûn, fermandarî û şehadeta xwe her tim bibe rênîşandera me. Em soz didin ku em ê tu car fermandar Berwar ku xwedî îradeyeke ji pola ye ji bîr nekin, dengê bilind û ala Berwaran li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê kêm nekin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata welatparêz a hevrêya xwe, gelê xwe yê Serhedê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya Şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Berwar Dêrsîm

Nav û Paşnav: Seyran Çomak

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Mihnaz–Sultan

Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Tebaxa 2024’an / Serhed

Hevrêya me Berwar li navçeya Elbak a Wanê li nava malbateke xwedî kevneşopiya welatparêziya bi kok ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê hê ji rojên destpêkê ve dilsoziya xwe ji bo têkoşîna me ya azadî nîşan kir, hevrêya me Berwar têkoşîna me zû nas kir û sempatiya wê ji gerîlayên ku bi fedakariyeke mezin têdikoşin çêbû. Ji malbata xwe rewşa mêtîngeriyê ya gelê me, serhildanên ku ji bo têkbirin û avakirina welatekî serbixwe û azad hatin pêşxistin û bê ka rêberên gelê me bêyî çavê xwe bineqînin çawa ber bi sedarê ve çûne, hîn kir. Hevrêya me Berwar di demeke kin de hînkir ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengtiya Rêber Apo hat destpêkirin dewama van kesayetên dîrokî û mîrateya têkoşîna wan e û hezkirina xwe ya li hember Rêber Apo û gerîla mezintir kir. Hevrêya me ku rastiya dewleta Tirk ji arasteyên dijmin ên li hemberî gelê me û ji dibîstanên ku lê xwend, nas kir tu car vê sîstemê ku lê dihat ferzkirin qebûl nekir. Ferq kir ku nirxên hebûna wê di heman demê de cewhera wê yê û li dijî siyaseta qirker a dijmin li ber xwe da. Hevrêya me Berwar piştî ku 5 salan li dibîstanên Tirk xwendin, malbata wê ji ber zextên dijmin koçî Rojhilatê Kurdistanê kir û hevrêya me neçar ma jiyana xwe li vir bidomîne. Piştî ku 3 sal li dibîstanên dewleta Îranê jî xwend fêm kir ku rejîma mêtîngeriyê ya li Kurdistanê li her derê heman e û armancên wan qirkirina gelê me ye. Hevrêya me di vê pêvajoyê de lêgerînên xwe yên jiyanê kûr kir û xwest xwe bigihîne wateya jiyanê. Ne cihê jinê ya di nava civaka kevneşopî de û ne jî rola ji bo jinê hatiye diyarkirin qebûl nekir. Hevrêya me ku nexwest di şert û mercên koletyê de bijî ku êrîşên dijmin û zîhniyeta serweriya mêr li her kêliya jiyanê serdest e, di wê ferqê de bû ku jiyana alternatîf û azad li newal û lûtkeya çiyayên Serhed, Zagros, Qendîl, Botan, Amed û Dêrsimê tê jiyîn. Hevrêya me Berwar ku dizanîbû divê ji bo vê tevlî refên gerîla bibe, lêgerîn û hewldanên xwe yên di vî aliyê de zêdetir kir. Hevrêya me Berwar ku di pêvajoya Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêbertiya me hat pêşxistin de dilê wê her tim bi Rêber Apo re avêt, piştî ku Rêbertiya me bi nemerdane radestî dewleta Tirk hate kirin dît ku wext hatiye tevlî gerîlayan bibe. Hevrêya me Berwar wekî bi hezaran hevrêyên me ku di vê pêvajoyê de tevlî refên gerîla bû, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di dawiyê de bi gerîlayan re li hev civiya ku hesreta wê bû.

Hevrêya me Berwar ku berê agahiyên wê li ser gerîlatiyê hebû û hûrguliyên jiyana çiyê dizanîbû, bi saya tevlîbûna xwe ya dilxwaz û coş di demeke kin de fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Ji ber ku di pêvajoyeke ku li dijî komploya li ser Rêbertiya me hêrseke mezin hebû, tevlî refên gerîla bû, xwest di zûtirîn demê de tevlî xebatên pratîkî bibe. Hevrêya me ku li ser vê bingehê demeke li herêma Qendîlê pratîkê kir, li vir di wateya îdeolojîk û jiyanî de tecrubeyên mezin bidest xist. Bi taybet li dijî aresteyên ku dîlgirtina Rêbertiya me firsend dîtin û xwestin Tevgera me ji hundir ve birizînin, weke milîtaneke jin a Apoyî helwesteke zelal raber kir. Hevrêya me tenê felsefeya Rêbertiyê ji xwe re kir rênîşander û li dijî arestên derveyî vê bertekeke mezin nîşan da û ev yek kir sedema têkoşîna xwe. Bi zanebûna ku encax bi milîtaniya fedayî ya Apoyî dikare bibe bersiva van, tevlî Hêzên Taybet bû. Di bin binyata Hêzên Taybet de li ser fedayîtiyê lêhûrbûn bû û bû şopdarê Zîlanan. Hevrêya me ku rojeva wê ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bû, ji bo vê xwest derbasî bakurê Kurdistanê bibe û li wê derê pratîkê bike. Bi vî rengî armanc kir ku hê zêdetir nêzî Rêbertiya me bibe û têkoşîna xwe bi awayekî bi bandortir bidomîne.

Hevrêya me Berwar ku bi lêhûrbûnên xwe yên xurt bawerî da hevrêyên xwe, bi Pêngava Dîrokî ya 1’ê Hezîrana 2004’an re berê xwe da bakurê Kurdistanê û derbasî Dêrsimê bû. Hevrêya me ku heta sala 2013’an bêyî navber li Dêrsimê têkoşiya, bi tevlîbûna xwe ya biîstikrar, çalak, coş û tempoya biliind hemû armancên pêşiya xwe bi ser xist. Di pêvajoya ku li Dêrsimê pratîkê dikir de hem bi fedayitî tevlî çalakiyên li dijî dijmin bû û hem jî weke milîtanekî jin di wateya îdeolojîk de lêhûrbûnên xurt kir. Hevrêya me ji beriya her tiştê bi ser xist ku xwe nas bike û hêza xwe bide der û guhertinên girîng di kesayeta xwe de çêkir. Gerîla, bi bandora hawirdora çiya û felsefeya Rêbertiya me gihişt hizra azadiyê û hewl da her kêliya xwe bi wate bike. Bi taybet bi kesayeta xwe ya esil, xwezayî, jidil û dûrî sîstema kapitalîst, li ser hemû hevrêyên xwe ku bi wan re têkoşiya, şopên kûr hişt. Hevrêya me ku li Dêrsimê bi gelek hevrêyên hêja re li heman çeperê şer kir, li heman xaçerêkê meşiya û ji Munzurê av vexwar, manewiyata vê derê bi hemû hucreyên xwe hîs kir. Hevrê ya me Berwar ku dizanîbû her şikeft û dewsa zinaran malovanî ji zilmên mezin re kiriye, ji bo bibe navê tola trajedî û komkujiyan bi enerjiyeke muthîş têkoşiya û şer kir.

Hevrêya me Berwar, ku li ser banga Rêbertiya me di sala 2013'yan de tevî komek hevrê ji Bakurê Kurdistanê vekişiya, piştre bi hişmendiya ku layiqî hevrêyên xwe yên li pey xwe di nava bedewiya Dersimê de hiştine derkeve, gihişt biryardadriya ku têkoşîna xwe hîn çalaktir bimeşîne. Hevrêya me ya ku piştî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz û Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) perwerde dît, di vê pêvajoyê de derfet dît ku pratîka xwe ya dema bihurî berçavan re derbas bike. Sedemên nebesî û kêmasiyên di pratîkê de derketine holê tesbît kir û bi cesaretek mezin hewl da ku derbas bike. Hevrêya me di pêvajoya şoreşê de ji bo ku erkên xwe bêyî kêmasî bi cih bîne, bi hişmendiya divê di kesayetiya xwe de milîtaniya fedaî ya Apoyî û fermandariyê temsîl bike, tevgeriya. Bi taybetî ji bo ku tevlîbûneke di asta pêşengî de pêk bîne, bi hişmendiya divê di têkoşîna azadiya jinê de hê bêhtir xwe xurt bike, têkoşiya. Di heman demê de ji bo bicihanîna erkên leşkerî yên Şerê Gel ê Şoreşgerî her tim lêhûrbû û di şêwaz û taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe kûr kir.

Hevrêya me Berwar piştî perwerdeyek kûr tevlî xebatên cuda yên Hêza Taybet bû û di vê pêvajoyê de weke fedaiyeke Apoyî erkên xwe yên demê bi cih anî. Di vê pêvajoyê de hevrêya me derfet dît ku tevî fermandarên me yên fedaî Şehîd Şervan Varto, Axîn Mûş, Savaş Maraş, Cûmalî Çorûm, Zerdeşt Başkale û gelek hevrêyên din ên hêja re têbikoşe. Hevrê Berwar a ku hevrêyên xwe hezdikir û ji dil ve hîs dikir, bi hevrêtiya xwe ya sade û jidil bandor li hemû hevrêyên xwe kir. Hevrêya me ya ku her tim berê wê li Bakurê Kurdistanê bû, di vê çarçoveyê de lêhûrbûnên kûr jiya. Bi taybetî li hemberî komkujiyên dijmin ên li dijî gelê me yê li Sûr, Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn, Şirnex, Kerboran û Geverê di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de bi hêrsbû. Her wiha şehadetên ku di pêvajoya şer de çêbûne, bandorek mezin li hevrêya me Berwar kir û hişt ku lêhûrbûnên wê yên ji bo çûyîna Bakurê Kurdistanê şênbertir bibe. Li pêşberî şehîdan, tecrîda giran a li ser Rêbertiya me û xeteriya qirkirinê ya li ser gelê me dewam dike, careke din berê xwe da Bakurê Kurdistanê û çû herêma Serhedê.

Hevrêya me Berwar a ku li herêma Serhedê fermandariya YJA Starê ya eyaletê bû, li vir derfet dît ku lêhûrbûnên jiyaye bi pratîk bike. Bi taybetî pêşengî ji bo taktîkên gerîla yên serdema nû re kir. Weke fermandareke YJA Starê nîşan da ku jinên Kurd ên azad di nava şert û mercên zehmet de jî, tewîz ji rêgezên jiyana azad nedane û îsbat kir ku jin di xeta serketinê de dikarin çawa têkoşîn bimeşînin. Hevrêya me Berwar ku li herêma Serhedê di hemû qonaxên amedekariyên gelek çalakiyan de cih girt, berovajî şêwazên fermandariyê yên klasîk, pêşengî ji her karî re kir û di kesayeta xwe de xeta PKK û PAJK'ê temsîl kir. Ji bo şêwaza fermandariyê ya dogmatik û kevneperest derbas bike û taybetmendiya fermandariya pêşeng derxe pêş, gelek ked da. Ji bo vê her fedekarî kir. Asta ku hevrêya me Berwar xwe di xeta fermandariya fedaî ya Apoyî de gihandiye, ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniyeke mezin a moral û hêzê. Bû layiqê hezkirin, rêz û girêdana hemû hevrêyên xwe yên jin û mêr. Hevrêya me Fermandar Berwar, li herêma Serhedê salên dirêj ma, bû xwedî hostatiyeke mezin û şêweyekî komunal û kolektîf ava kir û bi hevrêyên xwe re vê tecrubeyê parve kir. Di vê wateyê de karî mîrateyek girîng a serketina têkoşînê ava bike. Piştî şehadeta hevrêyê me Şêxmûs Milazgîr endamê Fermandariya Herêma Serhedê di 18’ê Hezîrana 2024’an de li herêma Gîlledaxê, hêrsa hevrêya me Berwar a li dijî dijmin dijwartir kir û bi hişmendiya ku erk û berpirsyariyên wê hîn bêhtir zêde bûne, bi rengekî bênefes têkoşiya.

Hevrêya me Berwar heta gihişt şehadetê, her kêlî xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Bi tevlîbûna xwe ya fedekar, sade, jidil, xwezayî, dilsoz, hevrêtiya xurt, bêhesab û kûr a ku bedewiyê li hewirdora xwe belav dikir, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Weke şopdarên hevrê Berwar ku mîrateyeke destanwarî ya têkoşînê li dû xwe hişt, em ê wê di her kêliyê de bibîr bînin û xeyala hevdîtina bi Rêbertî re li Kurdistana Azad teqez pêk bînin. "