Li Girkê Legê têkildarî 15ˊê Tebaxê semîner
Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê li Girkê Legê bi sernavê ˊCihê Pêngava 15ˊê Tebaxê di têkoşîna nîştimanî deˊ semînerek da.
Hemwextî salvegera Pêngava 15ˊê Tebaxê Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê li Girkê Legê bi sernavê ˊCihê Pêngava 15ˊê Tebaxê di têkoşîna nîştimanî deˊ semînerek da.
Di semînerê de gelek rewşenbîrên bajarên Girkê Legê û Dêrikê beşdar bûn. Semîner li nivîsgeha yekitiyê hat dayîn.
Di semînerê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ednan Birko li ser girîng û cihê Pêngava 15ˊê Tebaxê de têkoşîna nîştimanî ya Kurdistanê de û guhertina ku di aliyên siyasî, çandî û civakî de hatine kirin, axivî.
Birko bal kişand ser destkeftiyên şoreşê û got bi saya Pêngava 15ˊê Tebaxê gelek destkeftî hatin bidestxistin.
Semîner bi bersivdana pirsên beşdaran dewam kir.
(rx/fr)
ANHA