Ferîd Etê: Alozî bi çekan çareser nabe
Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Ferîd Etê destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê ji êrişên li dijî herêmê armanc dike ewlehiya herêmê têk bibe û DAIŞ`ê vejîne. Her wiha diyar kir ku alozî bi çekan çareser nabe.
Hêzên hikumeta şamê û çekdarên Dîfa Wetenî ji navendên xwe yên li Meyadîn, Bû Kemal û herêma Eşare bi çekên giran bajarokên Zîban, Şihêl, Tiyane, Dernic, El Latwa, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, Xiranîc û Basîra û gundên rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kiribûn.
Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ferîd Etê got: "Di vê dawiyê de hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin. Di encamê de gelek sivîl şehîd bûn ku piraniya wan zarok û temenmezin bûn."
Etê wiha domand: "Ji bilî alîgirên hikumeta Şamê kesek sûdê ji van êrişan nagire. Tenê dewleta Tirk a herî zêde sûd jê girtiye ku hemwextî wan êrişan herêmên Şehba û Minbicê topbaran kirin.
Etê destnîşan kir ku armanca êrişan, têkbirina ewlehiya herêmê û binesaziya herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e, vejandina DAIŞ`ê li herêmê ye.
Etê di heman demê de anî ziman ku helwesta Rêveberiya Xweser li hember aloziyê diyar e ku xwedî projeyeke nîştimanî ya sûriyeyî ye û armanca wê bidestxistina ewlehiyê û îstiqrarê li herêmê ye.
Etê wiha pê de çû: "Tevahî pêkhateyên herêmê tev li projeyê bûne. Rêveberiya Xweser her kesî, tevahî olan û baweriyan hemêz dike. Ji bo sepandina rêgezên neteweya demokratîk dixebite."
Etê destnîşan kir ku çareserî bi destê sûriyeyiyan e û divê sûriyeyî dest bi diyalogê bikin, ji bo ku wêraniya ji ber aloziyê çêbûye û rêbazên çareserkirina aloziyê nîqaş bikin û destnîşan kir ku alozî bi çekê çareser nabe û got: "Helwesta me diyar e. Em şerê kesekî nakin, em xwe diparêzin. Xweparastin li gorî lihevkirinên navneteweyî û hevpeymana civakî mafekî rewa ye."
Di dawiyê de Etê got: "Bi saya hefgirtina gelê herêmê wê êriş bi bin bikevin. Baweriya me bi vîn, biratiya gelan û têkoşîna gelê me heye ku dikare êrişên li dijî proje û doza me bişikînin."
(şx)
ANHA