Şandeyek Kongreya Îslama Demokratîk serdana Dêrazorê kir
Şandeyeke Kongreya Îslama Demokratîk ji bo piştgiriya xelkê kantonê û teqeziya li ser sekna li kêlek wan, serdana Dêrazorê kir.
Şandeyek ji Kongreya Îslama Demokratîk serdana Dêrazorê kir. şande bi rêveberiya kantonê, şêx û rûspiyên eşîrên wê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê re civiya.
Ev serdan ji bo teqeziya li ser piştgirî û hevgirtina bi xelkê kantonê re hat kirin. Her wiha ji bo ku peyamekê bidin her kesên hewl bidin derbe li ewlehî û îstîqrara herêmê bidin.
Şandeyê diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), gelê Dêrazorê, şêxên eşîrên herêmê dê li hember her êrişekê bisekinin û nahêlin tu kesî êrişî Rêveberiya Xweser bike.
Hevserokê Meclisa Al El Beyt a kantona Tebqayê şêx Ednan Ilêwî got: "Tevahî cîhanê dît ku di vê dawiyê de li rojhilatê Dêrazorê çi rû da. Komên girêdayî hikumeta Şamê hewl da fitneyan di nava gel de derxin, da ku ewlehî û îstîqrara li herêmê têk bibin."
Ilêwî wiha domand: "Mîna van kiryaran bandorê li hevgirtin, biratî û hezkirinê yên li herêmê dikin. Armanca wan ji vê yekê xêr û bêrên welat talan bikin."
Ilêwî spasiya hêzên leşkerî yên ku fitne têk bir û di oxira wê de gelek fedakarî da, kir.
Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mahir El Xelef spasiya şandeyê li ser serdanê û piştgiriya wan bi xelkê Dêrazorê re kir.
El Xelef got: "Ev serdan nîşan dide ku di nava pêkhateyên gelê Sûriyeyê de li hember astengiyan hevgirtin heye."
Di dawiya serdanê de li ser navê şandeyê, serokê Meclisa Hevgirtina Al El Beyt a Tebqayê şêx Ednan Ilêwî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin di vê dawiyê de çekdarên komên hikumet aŞamê, milîsên Îranê hewl da ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kongreya Îslama Demokratîk bi xelkê xwe yê Dêrazorê re ye, her wiha sersaxî da malbatên şehîdan û şîfa ji birîndaran re xwest.
(fr)
ANHA