ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 - 8 – 2024
18 tebax 2024   02:00

Jinên ku beşdarî xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bûbûn, diyar kir ku wan bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan rastî nas kiriye.

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Ferîd Etê destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê ji êrişên li dijî herêmê armanc dike ewlehiya herêmê têk bibe û DAIŞ`ê vejîne. Her wiha diyar kir ku alozî bi çekan çareser nabe.

Şêniyên kantona Reqayê ji bo parastina taxên xwe ji êrişan, di nava komîteyên parastinê yên komînan, Hêzên Parastina Cewherî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de xwe bi rêxistin kirine. Şêniyan destnîşan kir ku ew bi hêzên leşkerî re ne.

Darên spîndar li peravên Firatê navdar in, ji ber ku şêniyên herêmê pê malên xwe ava dikin û bi demê re bûne beşeke çanda wan.

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, hebûna hêzên Îranê li peravên Sûriyeyê, bersiva Îran a li hemberî Îsraîlê, her wiha şerê Rûsya û Ukraynayê.

Krîza pereyên depodêrên lubnanî yek ji krîza aborî û darayî ya li Lubnanê ye. Vê krîzê bi awayekî mezin ji nirxa lîreya Lubnanê xwar, pereyên depodêran cemidandin, asta xizantî û bêkariyê bilind kir.

Civîna çaremîn a ‘mekanîzmaya bi ewlekariya bilind a Tirkiye-Iraqê’ pêk hat. Rayedarên her du dewletan li Enqereyê li hev civiyan û ji raya giştî re ragihand ku li ser "hevkariya leşkerî, ewlekarî û têkoşîna li dijî terorê" peymanek îmze kiriye.

Xelkê kantona Reqa, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî li bajarê Reqayê sersaxiyê didin malbata şehîd Xezal Şêx Elî, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara ya şaxê Helebê ji bo şermezarkirina biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ji hêla desthilata Îranê ve li pêş navenda xwe ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Helebê der barê peymana CEDAWˊê li hola civînan a MSDˊê ya li taxa Şêxmeqsûdê atolyayekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jınan ji bo cezayên darvekirinê li dijî jinên çalakger li kampa Serdemê ya Şehba daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star û Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên dawîn ên têkildarî têkoşîna jinan li ser asta cîhanê li hola Xeyme (Kon) a Til Temirê civînekê organîze dikin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara têkildarî biryarên darvekirinê li dijî çalakgeran ji hêla desthilata Îranê ve li kampa Serêkaniyê daxuyaniyekê dide, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Hîlala Zêrîn Mîhrîcana 9ˊan Zarokan bi diruşma ˊBi rihê zarokên şoreşê em ê Rêber Apo azad bikinˊ li hola Serdem a Hesekê li dar dixe, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)