Li Tebqayê xwendekarên serketî hatin xelatkirin
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Tebqayê ji bo xwendekarên serketî yên navîn û amadehî bi beşên wê yên zanistî û wêjeyî şahiya xelatkirinê li dar xist.
Şahî li ser dikeya Şehîd Musena Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi beşdariyên bi sedan xelkê herêmê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê û Partiya Sûriya Pêşerojê hat organîzekirin.
Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin. Axêveran xwendekarên serketî pîroz kir û ev serketin li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir ku bi saya fikir û felsefeya wî xwendekar fêr dibin.
Dûre bi zimanên erebî û kurdî ji hêla komên Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê stranên hatin gotin.
Di dawiyê de 40 xwendekarên serketî yên qonaxa navîn û 37 xwendekarên serketî yên qonaxa amadehî bi beşên wê yên zanistî û wêjeyî hatin xelatkirin.
(fr)
ANHA