Koordînasyona Jinan qetilkirina bijîşka Hindistanî şermezar kir

Koordînasyona Jinan a Kantona Tebqayê sûca qetilkirinê ya li dijî bijîşka Hindistanî şermezar kir û piştgiriya xwe ji jin û gelên banga maf û azadiya xwe dikin re nîşan da.

Koordînasyona Jinan qetilkirina bijîşka Hindistanî şermezar kir
17 tebax 2024   16:24
TEBQA

Koordînasyona Jinan a Kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî tecawîkirina bijîşkeke Hindistanî (31) û piştre qetilkirina wê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêş avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê bi beşdariya nûnerên jin ên ji sazî û meclisên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, endamên Koordînasyona Jinan a kantonê hat xwendin.

Seroka Desteya Jinan a kantona Tebqayê Nûrelhuda El Qitran daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ligel şerê plankirî ya li dijî jinan, binpêkirina mayînde li dijî jinên li cîhanê, hedefgirtina wê bi rêya zihniyeta desthilat ku vîna wê bişikînin, cîhan li ser tecawîzkirin û qetilkirina bijîşka Hindistanî ya bi navê Momita (31) li cihê wê ya kar li fakulteya bijîşkî ya li Hindistanê şiyar bû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo balkişandina li ser sûcên li dijî jinan, nebûna qanûna parastina wan ji tundiya li ser wan komeleya bijîşkî bang li zêdetirî milyonek bijîşkên li Hindistanê kir ku bi diruşma ˊJin, Jiyan, Azadîˊ rojekê neçin ser kar û boykot bikin.

Di daxuyaniyê de sûca qetilkirina li dijî bijîşk Momita û ya li dijî tevahî jinên li cîhanê hat şermezarkirin û piştgirî ji jin û gelên banga azadî û mafên xwe dikin re hat nîşandan.

Koordînasyona jinan bang li aliyên têkildarî kir ku li dijî sûcdar cezayên tund bibirin, her wiha bang li jin, rêxistin û tevgerên jinan hat kirin ku bi diruşma ˊJin, Jiyan, Azadîˊ tev bigerin ku qetilkirin û sûcên li dijî jin bên bidawîkirin.

Daxuyanî bi diruşma ˊJin, Jiyan, Azadîˊ ûˊBijî berxwedana jinanˊ bi dawî bû.

(fr)

ANHA