Şêniyên Reqayê ji bo parastina taxên xwe xwe bi rêxistin dikin

Şêniyên kantona Reqayê ji bo parastina taxên xwe ji êrişan, di nava komîteyên parastinê yên komînan, Hêzên Parastina Cewherî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de xwe bi rêxistin kirine. Şêniyan destnîşan kir ku ew bi hêzên leşkerî re ne.

Şêniyên Reqayê ji bo parastina taxên xwe xwe bi rêxistin dikin
Şêniyên Reqayê ji bo parastina taxên xwe xwe bi rêxistin dikin
Şêniyên Reqayê ji bo parastina taxên xwe xwe bi rêxistin dikin
Şêniyên Reqayê ji bo parastina taxên xwe xwe bi rêxistin dikin
18 tebax 2024   05:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Li hember êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî û êrişên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên kantona Reqayê ji bo parastina ewlehiya herêmê, xwe di nava komînên taxê û Hêzên Parastina Cewherî de bi rêxistin kirine. 

Hêzên Parastina Cewherî ji bo parastina taxan bi şev di nava taxan de derdikevin dewriyeyan. Endamên hêzê diyar kir ku ji bo parastina ewlehiya herêmê ew bi hêzên ewlehiyê û leşkerî re ne.

Şêniya bi navê Nisrîn Îbo ya ji taxa Diriye ya rojavayê Reqayê got: "Em ji bo parastina taxê ji diziyê, bi şev derdikevin dewriyeyê. Jin jî dikarin taxên xwe biparêzin. Em nahêlin tu kes, tiştên me bi xwîna şehîdan ava kirine, xira bikin."

Nisrîn wiha domand: "Em ê parastina herêmên xwe berdewam bikin. Em ji şêniyan dixwazin ku bi me re bin ji bo ku war û civaka xwe biparêzin. Em nahêlin dijmin bikeve axa me. Xelkê herêmê bi jin, mêr û ciwanên xwe piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin û heta dawiyê pê re ne."

Şêniyê bi navê Mihemed El Mihemed jî got: "Em li vir in ji bo ku taxa xwe ji dizan biparêzin. Em ji her tiştî re amade ne."

El Mihemed wiha pê de çû: "Em li vir in ji bo ku tax û xelkê xwe biparêzin. Em ê her tim bi hêzên xwe yên leşkerî re bin."

Ciwanê bi navê Ehmed El Hisên jî got: "Hêzên Parastina Cewherî ji bo parastina sivîlan û herêmê dewriyeyan li dar dixin. Ev axa me ye û ema made ne wê biparêzin."

 El Hisên bang li şêniyan kir ku bibin yek, mal, tax û herêmên xwe biparêzin û her tim amade bin.

(şx)

ANHA