Di hefteyekê de 7 caran êrişî kantona Dêrazorê kirin

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di hefteyekê de 7 êriş li gundewarên kantona Dêrazorê pêk anîne. Hejmara êrişên ku ji destpêka îsal ve li ser gundewarên kantonê hatine kirin, bû 123.

Di hefteyekê de 7 caran êrişî kantona Dêrazorê kirin
7 tebax, 2025   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di hefteya destpêkê a Tebaxê de bi kêmanî 7 êriş li ser gundewarên kantona Dêrazorê pêk anîne. Şaneyên DAIŞ’ê di van êrişan de sivîl, erebe û bendên kontrolê yên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin armanc.

Êrişên ku hatine kirin wiha ne;

1’ê Tebaxê komeke çekdar ku motorsîklêtê bû, benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Hewayîc Zîban ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê gulebaran kir. Di gulebaranê de tu windahiyên mirovî çênebûn.

2’yê Tebaxê, Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de rêvebera dibistana bajarokê Şiefa yê herêma Hecînê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê şehîd bû.

3’yê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Dirinc ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê êrişî nuqteyeke ewlehiyê kir. Di encama êrişê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

5’ê Tebaxê erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Ebrîhayê hat armanckirin û 5 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

6’ê Tebaxê çeteyan li bajarokê Zîbanê êrişî navendeke ewlehiyê kir, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bû. Di heman rojê de êrişî benda kontrolê ya li çerxerêya Etal a di navebeera bajarokê Bisêra û Şihêl de jî hat kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişê dan û êrişkar neçar kirin ku birevin.

Dîsa jî di 6’ê Tebaxê de çeteyan li bajarokê Cinêniyê yê gundewarê rojavayê kantona Dêrazorê êrişî erebeya şervanên QSD’ê kir. Di encama êrişê de tenê zerarên madî çêbûn.  Di heman rojê de QSD’ê ragihand ku di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de li bajaroê Behra yê girêdayî Hecînê de du şervanên wê şehîd bûne.

Li gorî şopandina ajansa me, çeteyên DAIŞ’ê ji destpêka îsal (2025) ve 123 êriş li dijî kantona Dêrazorê pêk anîne. Di encama van êrişan de ku bi rêya gulebaran, kemîn, hedefkirina bendên kontrolê û erebeyan hatine kirin, 29 şervanên QSD, 10 sivîl şehîd bûne û bi dehan jî birîndar bûne.

Di çarçoveya bersivdayîna êrişan de, Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) 3’ê Tebaxê di operasyonekê de serçeteyekî DAIŞ’ê li bajarê Hesekê girt.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê hefteya borî ragihandibû ku ji destpêka îsal (2025) ve nêzî 60 operasyonên bibandor li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne. Di encama van operasyonan de 3 jê serçete bi giştî 64 çete hatin girtin. Tevî operasyona dawîn, hejmara operasyonên ewlehî û leşkerî dighêjin 61. Di encamê de 65 çete hatine girtin ku di nav de serçete jî hene.

(bb)