Ji ber teqîna bermahiyên şer jinek û 2 zarokên wê mirin

Li gundewarên Şamê mayineka bermahiyên şer teqiya. Di encamê de jinek û 2 zarokên xwe mirin, bav û zarokeke din bi giranî birîndar bûn.

Ji ber teqîna bermahiyên şer jinek û 2 zarokên wê mirin
7 tebax, 2025   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) der barê mijarê de ragihand ku malbata ji Idlibê dema bi erebeya xwe li nêzî bajaroka Sikîk ê Xan El Şêx a li rojavayê Şamê re derbas dibûn, mayinek ji bermahiyên şer li nêzî wan teqiya.

Di encamê de dayik û 2 zarokên xwe yekser jiyana xwe ji dest da. Bav û zaroka din bi giranî birîndar bûn.

Li gorî SOHR’ê ji destpêka sala 2025’an û vir ve hejmara kesên ji ber teqînên bermahiyên şer mirine derket 495’an.

(dc)