Di Festîvala Neteweya Demokratîk de beşdariya zarokekî

Şêrwan Yûnis ê 13 salî jî berhmên xwe yên hunerî yên neqişîna li ser cereyan (kûz) û parçeyên daran anîbûn Festşvaka Çanda Neteweya Demokratîk. Ev cara 4`a ye ji ber hezkirina ji behreya xwe tev li festîvalê dibe.

Di Festîvala Neteweya Demokratîk de beşdariya zarokekî
Di Festîvala Neteweya Demokratîk de beşdariya zarokekî
Di Festîvala Neteweya Demokratîk de beşdariya zarokekî
Di Festîvala Neteweya Demokratîk de beşdariya zarokekî
Di Festîvala Neteweya Demokratîk de beşdariya zarokekî
Di Festîvala Neteweya Demokratîk de beşdariya zarokekî
30 cotmeh, 2025   11:01
QAMIŞLO

Li Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk ku welatiyên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Ermen ên li Kantona Cizîrê bi alav û xwarinên ku kevneşopiya wan vedibêje, amade bûbûn, zarokê 13 salî jî yê bi navê Şêrwan Yûnis ê ji bajarê Amûdê berhmên xwe yên karê destan pêşan dabû. 

Şêrwan Yûnis, bi cil û bergên xwe yên folklora Kurdî beşdar bûbû. Ew refa 7`an e, ji dema ku di bexçeyê zarokan de bû wî ji resm û neqişê hez kiriye, ew behre pê re mezin bûye û gihaye asta ku tabloyên şêwekariyê çêdike.

Şêrwan Yûnis li ser cereyên (kûz)avê û parçeyên ji daran bi rengên cuda resimên kevneşopî û xwezayê çêkiribûn, sindoqên tep ên ku bi qumaşan hatibûn xemilandin dabûn pêşandan.

Şêrwan Yûnis dibêje ku wî ji beriya 10 rojan ve hazirtiyên xwe yên tevlêbûna festîvalê kiriye û ew bi kêfxweşî beşdar bûye.

Li gorî gotinên Şêrwan Yûnis, 25 tabloyên wî hene û niha ew hazirtiya vekirina dikaneke xwe ya hunerê li bajarê Amûdê dike.

Şêrwan Yûnis ev cara 4`an e tev li festîvalên hunerî yên ku li Kantona Cizîrê tên lidarxistin, dibe. Li 2`emîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk jî ew bi tenê bi temenê xwe yê biçûk beşdar bûbû.

2`emîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk duh li Girê Moza (Orkêş) a girêdayî bajarê Amûdê li ser asta Kantona Cizîrê hatibû lidarxistin, festîval tenê rojek bû.

(sb/fr)

ANHA