Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin

Parêzer Emîr Reîsyan diyarkir ku cezayê darvekirinê yê ku li muwekîla wê Şerîfe Mihemedî hatibû birîn, hat betalkirin û veguherî 30 sal cezayê girtîgehê.

Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
30 cotmeh, 2025   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Şerîfe Mihemedî, Emîr Reîsyan li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku ji aliyê Desteya Bilind a Dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê yê ku li Şerîfe Mihemedî hatibû birîn, hate betalkirin û li cihê wê cezayê 30 sal girtîgeh lê hat birîn.

Parêzer Emîr Reîsyan da diyarkirin ku ew hewl didin carek din Şerîfe Mihemedî were dadgehkirin û serî li madeya 477 a ceza bidin, daku cezayê girtîgehê yê lê hatî birîn bê betalkirin û azad bibe.

Di 5’ê Kanûna 2023’yan de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reşt ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêy fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî şandin girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê hat xistina hucreya takekesî û di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe de hevdîtinê bike, piştre jî ji bo girtîgeha Lakan a bajarê Reşt hat veguhestin.

Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi tometa (derketina dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16’ê Tebaxa 2025’an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erê kirin.