Di Festîvala Melodiyên Payizê de; Teyisîna reng û dengê zarokan
Bi awaz û dengên zarokan Navenda Yekpar a Çand û Huner di Roja Zarokan a Cîhanê de dest bi rêzeçalakiyên Festîvala Melodiyên Payizê ya 3`emîn kir. Festîval warê çand, huner û wêjeyî digire nava xwe û heta 23`ê Mijdarê berdewam dike.
Festîvala Melodiyên Payîzê ya 3`emîn ku her sal di werzê payizê de ji aliyê Navenda Yekpar a Çand û Huner tê birêxistinkirin, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo hat destpêkirin.
Vê salê jî festîval bi hatina Roja Zarokan a Cîhanê (20`ê Mijdarê) de bi armanca piştgiriya derûnî û civakî ya zarokan hate orgenîzkirin.
Xelkê bajarê Qamişlo, nûnerên ji Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, Endamên (TEV-ÇAND), zarok û malbatên xwe beşdarî festîvalê bûn.
Di çarçoveya bernameya roja yekemîn a festîvalê de Hunermend û Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) Keder Hisên axivî û roja zarokan a cîhanê li zarokên Kurd, Kurdistanê û cîhanê pîroz kir. Keder Hisên ji bo zarokên ku bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re mezin bûne, hêviya pêşerojeke azad kir.
Piştre Endamê Desteya Rêveber a Navenda Yekpar a Çand û Huner Dilyar Osê jî bernameya festîvalê ji bo beşdaran ragihand.
ZAROKAN BI CIL Û BERGÊN KURDÎ BEHREYA XWE PÊŞKÊŞ KIRIN
Koma Yekpar a Zarokan li ser dika navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê gurzek ji stranên flokolara Kurdî gotin. Li heman deverê ji aliyê Koma Şano ya Yekpar a Zarokan ve 2 şano bi sernavên `Windayî` û `Tabloya Çandî ya Gelêrî` hatin pêşkêşkirin.
Şanoya `Windayî` behsa girîngiya hevgirtinê, hevaltiyê û wê çawa kes parastina xwe bike kir, ew şano bi mînaka ajalan ji aliyê 2 lîstikvanan ve hate pêşkêşkirin.
Şanoya `Tabloya Çandî ya Gelêrî` jî zarokan qonaxên ji destpêka çandiniyê heta ku berhem dibe nan li pêşberî beşdaran lîstin, ew şano ji hêla 13 zarokan ve hate lîstin.
Zarokan bi cil û bergên Kurdî stranên xwe gotin û şanoyên xwe pêşkêşkirin.
HETA 23`Ê MIJDARÊ FESTÎVAL BERDEWAM DIKE
Piştî pêşkêşkirina şanoyan pêşangeha şêwekariya zarokan bi 65 tabloyên 65 şêwekarên zarokan hate vekirin. Di tabloyan de zarokan xweza, kesayetên enemî û rasteqînî neqişandibûn.
Li gorî Komîteya Amadekar a Festîvala Melodiyên Payizê ya 3`emîn wê festîval 23`ê Mijdarê bi dawî bibe, di rojên bê de wê şano û mijarên têkildarî wêjeyê (helbest) bên pêşkêşkirin.
(sb)
ANHA