Li Babê teqîn: 4 çete birîndar bûn

Li bajarê Babê yê dagirkirî teqînek rû da û di encamê de 4 çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn.

Li Babê teqîn: 4 çete birîndar bûn
20 mijdar, 2024   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku duh êvarê kesên nenas bombeyeke destan avêtin nêzî banka çandiniyê ya kolana Zemzem a bajarê Babê û di encamê de 4 çete birîndar bûn.

Çavkaniyan navên çeteyên birîndar aşkera kirin ku Cîhad Wakî, Ebdo El Selcî, Ehmed Şêx Şewk û Mihemed El Necar in. Her wiha dan zanîn ku lingê Mihemed El Necar hatiye qutkirin û hemû li nexweşxaneyên bajarê Babê têne dermankirin.

Li herêmên dagirkirî, tevliheviya ewlehiyê serwer e. Bûyerên mîna kuştin û revandin zêde dibin û çete li ser mal û milkên şêniyan bi hev dikevin.

(şx/k)