Di merasîma oxirkirinê de soza şopandina rêya şehîdan
Şêniyên kantona Tebqayê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Ebûd El Mistefa li goristana şehîdan veşart. Şêniyan soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin.
Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed Ebûd El Mistefa yê li kantona Tebqayê 18`ê Mijdarê şehîd bûbû, spartin axê.
Di merasîma li goristana şehîdan a Tebqayê li dar ket de, hevseroka Desteya Hundirîn a kantona Tebqayê Mune El Ehmed axivî û got: "Em li ser vê axa pîroz bi şehîdê xwe serbilind û serfiraz in. Em soz didin şehîdan ku li ser rêya wan bin û rêya fedakariyê bidomînin."
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê Ehmed El Omer got: "Em dizanin ku şehîd gihaştiye pileya herî bilind ku her mirovek li ser vê erdê hêvî dike bigihêje wê."
El Omer destnîşan kir ku projeya netewa demokratîk bûye nimûne û mînak û bi saya fedakariyên şehîdan ev proje hate avakirin.
Di dawiya merasîmê de belgenameya şehîd ji aliyê hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan, Dîlgirtiyan û Gaziyan a kantona Tebqayê Foza El Mihemed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre girseyê cenazeyê şehîd sparte axê.
(şx/k)
ANHA