Ji KCDK-E û KNK’ê banga tevlêbûna meşa Kolnê

KCDK-E û KNK’ê destnîşan kir ku pêvajoya wê ji 1’ê Mijdarê ve bi meşên li gelek welatên Ewropayê dest pê bike, dê bi mîtînga 8’ê Mijdarê ya li Kolnê re bi dawî bibe û bang li her kesê kir ku bi ruhê seferberiyê tev li van çalakiyan bibe.

Ji KCDK-E û KNK’ê banga tevlêbûna meşa Kolnê
31 cotmeh, 2025   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bi wesîleya meş û mîtînga 8’ê Mijdarê ya li Kolnê daxuyanî da.

Daxuyaniya bi sernavê “Dawî ji sîstema tecrîdê ya 27 salan re! Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re!” bi vî rengî ye:

Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re! Kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re” ket sala xwe ya 3’yemîn. Kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li gelek navendên cîhanê kampanyan dimeşînin û têkoşînê mezin dikin. Bandor û ramanên Rêber Abdullah Ocalan gihîştin asteke gerdûnî. Li gelek cihên cîhanê gelan ev raman wekî çavkaniya îlhamê ji bo mezinkirina têkoşîna xwe bi kar tînin. Rojhilata Navîn, Amerîkaya Latîn, Ewropa, Kanada, Awustralya û gelek cihên din ên cîhanê li dora van ramanan dicivin. Di qonaxeke ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn şer bûne sedema qirkirin û komkujiyên gelan, ramanên Rêber Abdullah Ocalan di asta gerdûnî de bandora xwe nîşan dan. Tam di wisa qonaxekê de, banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de kir, ji bo Kurdistanê, Tirkiyeyê û erdnîgariya Rojhilata Navîn bû gaveke mezin. Hêviyên ku gel wê bi hev re li dijî şer û xizaniyê têbikoşin û bi ser bikevin, mezin bûn. Hêviya aştiyê li dijî şer hê xurtir bû.

Ji ber vê yekê, ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan karibe rola xwe ya dîrokî bilîze, divê civak bi hemû beşên xwe tevlî vê pêvajoyê bike û bi mezinkirina wê encam bigire, ev yek muhtemel e. Ji ber vê yekê, di qonaxa nû ya têkoşînê de, bi hemû biryardariyê, gelê Kurd û dostên wî divê destê Rêber Abdullah Öcalan xurt bikin û vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji çar parçeyan gelê me, bi taybetî jin û ciwan, dostên enternasyonalîst, şoreşger û demokratên Tirkiyeyî, çalakvanên jîngehê, hemû kesên ji bo têkoşîna aşitî û azadiyê ne, em bangî we dikin.

Di 8’ê Mijdarê de em bi giyanê seferberiyê bi hev re bibêjin: 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî'. Di 8’ê Mijdarê de, di mîtînga Kolnê ya ku em ê li dar bixin de, divê hemû gelê me ji heft heta heftê salî, her tiştî bidin aliyekî û bi giyanê seferberiyê li Kolnê sloganên azadiyê bilind bikin. Federasyonên me, meclisên me, saziyên me, gelê me divê ji her demê zêdetir bixebitin û bi berpirsiyariya xwe tevbigerin.

Serketina Rêber Apo ji bo têkoşîna me ya aşitî û azadiyê qonaxa herî krîtîk e. Ji ber vê yekê, meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê giringiyeke dîrokî digire. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi beşdariyeke xurt tevlî vê meşê bibin

Em wekî KCDK-E, bang li gelê xwe dikin ku ji 1’ê Mijdarê û pê ve, ji bo meşên ku li Başûrê Fransayê, Awusturya, Kanada, Îngilîstan, Avusturalya, Îtalya, Yewnanistan û welatên Skandînavyayê bên lidarxistin û wekî fînala van meşan, ji bo çalakiya mezin a Kolnê ya 8’ê Mijdarê ku (Bakurê Fransayê, Belçîka, Hollanda, Swîsre û Almanyayê) tevlî bibin, bi ruhê seferberiyê bang dikin ku tevlî bibin û berxwedana me ya azadiyê mezin bikin.”

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi vî rengî ye:

“Di çerçoveya kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ de, ku ev kampanya bi pêşengiya dostên Kurdan ev du salin li seranserê cîhanê tê meşandin, di roja 8’ê Mijdara 2025’an de li bajarê Koln ê Elmanya, bi navê “Meşa Azadiyê ji bo Ocalan”, meş û mitîngeke mezin tê organîzekirin.

Birêz Abdullah Ocalan ev 27 sal e li girava Îmraliyê dîlgirtî ye û di bin tecrîdekî girankirî de ye. Di vê rewşa dîlgirtî û tecrîdê de, hem li ber xwe dide, hem bi fikr û ramana xwe xizmeta Şoreşa Kurdostanê dike, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebite. Niha jî eve ji salekî zêdetire bi rayedarên dewleta Tirk re ji bo çareseriya pirsa Kurd muzakereyan dimeşîne. Li gel vê rewşê jî hîna di bin tecrîdê de ye. Ev rewş nayê qebûlkirin û divê rojekî zûtir azad bibe. Divê azadiya Birêz Ocalan, weke azadiya şexsekî neyê destgirtin. Azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsa Kurd bi hev ve girêdayî ye û yanî azadiya giştî ye. Her çalakiyek ji bo azadiya Birêz Ocalan, di heman demê de parçeyek kar û xebata çareseriya pirsa Kurd e.

Ji bo Birêz Ocalan bikare Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne, divê bikare serbest tevbigere û bixebite. Ev dem hatiye û derbaz jî bûye. Jixwe beriya salekî Devlet Bahçelî got bila bê Parlamentoya Tirkiyeyê û di parlamentoyê da biaxive.

Em weke KNK, meş û mîtînga ku roja 8’ê Mijdarê wê li bajarê Kolnê pêk bê, weke parçeyekî karê xwe û girîng dibînin. Bi vê munasebetê em bang li Kurdên Ewropa û dostên Kurdan dikin ku bi coşeke mezin beşdarî vê meş û mîtîngê bibin û banga azadiyê bilind bikin.

Em roja 8’ê Mijdarê li bajarê Kolnê ne, em hêviya hemû dost û hevalan e.

Bi hêviya meş û mîtîngeke gelek mezin û bi hêviya hevdîtinek coş, geş û xweş.