Di êrişên Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin

Rûsyayê ragihand ku di şevekê de li ser 15 herêmên Rûsyayê û Deryaya Azovê 397 dronên Ukraynayê xistine xwarê. Rayedarên Ukraynayê ragihand ku di êrişên Rûsyayê yên li dijî Kîevê de 3 kes hatine kuştin.

Di êrişên Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin
8 tebax, 2026   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku pergalên wê yên parastina hewayî şeva borî 397 dronên Ukraynayê îmha kirine. Wezaretê da zanîn ku dronan herêmên Belgorod, Bryansk, Voronezh, Kursk, Lipetsk, Oryol, Penza, Rostov, Ryazan, Samara, Saratov, Tambov û Tula, Krasnodar, nîvgirava Qirimê û Deryaya Azov kirine hedef.

Li gorî rayedarên herêmî yên Rûsyayê, li devera Zadonskê ya herêma Lipetskê 2 kes birîndar bûne, zirar li 4 malan, wesayîtekê û xeta elektrîkê bûne. Moskovê ragihand ku wan 3 dronên ku ber bi paytextê ve diçûn jî xistine xwarê.

Rayedarên herêma Samarayê got êrişek li ser tesîseke pîşesaziyê çêbûye, di heman demê de bermahiyên dronên hatine xistin, bûn sedema şewatê li parzûngeha petrolê ya Ilsky ya li herêma Krasnodarê. Li gorî agahiyan di êrişê de 5 kes birîndar bûne.

Rayedarên Ukraynayê jî vê sibehê ragihand ku di êrişên Rûsyayê yên li ser herêma bakurê rojavayê Kîevê de yek jê zarok, 3 kes hatine kuştin û zirarên madî jî çêbûne.

(bb)