Îranê êrişî baregehên partiyên Rojhilat kir

Rejîma Îranê careke din bi dronên xwekuj êrişî baregeha Komela Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir.

Îranê êrişî baregehên partiyên Rojhilat kir
8 tebax, 2026   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî baregeha Komela Zehmetkêşên Kurdistanê ya li nav sînorên Silêmaniyê kir.

Der barê mijarê de endamê Komîteya Navendî ya Komela Zehmetkêşan Emced Hisênpena agahî dan Rojnewsê û got: “Vê sibehê rejîma Îranê êrişeke berfireh a bi dronan li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk anî. Di êrişan de baregeh û navendên partiya me jî hatin hedefgirtin.”

Emced Hisênpena da diyarkirin ku tu ziyanek canî negihîştiye endamên partiya wan.

Ji destpêka şerê DYA-Îsraîlê û Îranê ve, rejîma Îranê zêdetirî 960 caran bi mûşek û dronan êrişî Başûrê Kurdistanê kiriye. Di encama van êrişan de zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzî 160 kes jî birîndar bûne.