Di êrişên li Xezayê de nêzî 30 filistînî hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de nêzî 30 filistînî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Hemasê jî ragihand ku wê bajarê Sedîryot ê başûrê Îsraîlê bi moşekan topbaran kir.

Di êrişên li Xezayê de nêzî 30 filistînî hatin kuştin
17 mijdar, 2024   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku artêşa Îsraîlê li bajarokê Beyt Lahiya yê bakurê Xezayê malek bombebebaran kir. Çavkaniyan diyar kirin ku di encama bombebaranê de 15 filistînî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Çavkaniyan destnîşan kirin  ku artêşa Îsraîlê li kampa Birêc a naverasta Xezayê jî du mal û avahiyên niştecihan bombebaran kirin, di encamê de 11 filistînî hatin kuştin û hemjarek din birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di êrişa li ser rojhilatê bajarê Refehê yê başûrê Xezayê de 5 filistînî hatin kuştin.

Duh êvarî Hemaasê ragihand ku wê bajarê Sedyort ê başûrê Îsraîlê bi moşekan topbaran kirin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê 2 moşek asteng kirin.

(bb)