Di êrişên li ser Kîevê de kesek hat kuştin û 20 kes birîndar bûn

Di êrişên hêzên Rûsyayê yên li ser Kîevê de kesek hat kuştin û zêdetirî 20 kes birîndar bûne.

Di êrişên li ser Kîevê de kesek hat kuştin û 20 kes birîndar bûn
24 gulan, 2026   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku di êrişên îro yên Rûsyayê yên li ser Kîevê de kesek hat kuştin û zêdetirî 20 kes birîndar bûne. Rayedaran diyar kir ku êriş bi awayekî berfireh bi mûşek û dronan hatin kirin.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko der barê êrişê de agahî li ser Telegramê parve kirin û got, zirar li avahiyên niştecîhan û dibistanan bû. Her wiha destnîşan kir ku li herêma Shevchenko ya navenda bajar avahiyeke 9 qat hat hedefkirin û di encamê de kesek hate kuştin.

Şaredar diyar kir ku ekîbên rewşên awarte şewat vemirandin û kesên di avahî û stargehên ji ber topbaranê zerar dîtine, asê mabûn rizgar kirine.

Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê jî ragihand ku di êrişên şeva borî de 20 kes hatin kuştin.

(bb)