Li nêzî Qesra Spî êriş: Kesek hate kuştin

Nasire Best ê 21 salî ku bi çekê êriş bir ser benda kontrolê ya li nêzî Qesra Spî, di bersiva Servîsa Veşartî ya DYA'yê de hate kuştin.

Li nêzî Qesra Spî êriş: Kesek hate kuştin
24 gulan, 2026   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Washingtonê, li ser bendeke kontrolê ya li nêzî Qesra Spî êrişeke çekdarî hate kirin. Bûyer li benda kontrolê ya navbera Kolana 17'an û kolana Pennsylvaniayê qewimî.

Li gorî rayedarekî ewlekariyê yê ji Reutersê re axivî, kesek nêzî benda kontrolê bû û gule berda wezîfedarên ewlekariyê. Hate ragihandin ku ajanên Servîsa Veşartî yên li herêmê jî bersiv dan êrişkar û gumanbar "bêbandor" kirin.

Di daxuyaniya Servîsa Veşartî ya DYA'yê de jî hate ragihandin ku êrişkar rakirin Nexweşxaneya George Washington lê piştre jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hate gotin, di bûyerê de tiştek bi wezîfedarên ewlekariyê nehat.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya DYA'yê de hatin weşandin, êrişkar Nasire Best ê 21 salî yê ji eyaleta Marylandê bû. Li gorî New York Postê jî pirsgirêkên tenduristiyê yên Best hebû û xwe weke 'Îsa Mesîh' didît.

Rayedaran diyar kirin ku Best beriya niha gelek caran li derdora Qesra Spî hatibû dîtin û "biryara dûrketinê" der barê wî hatibû dayin.