Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Tahir El Elî wefat kir

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê kesayeta welatparêz Tahir Hecî Salih El Elî ji ber krîza dil wefat kir.

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Tahir El Elî wefat kir
24 gulan, 2026   10:00
QAMIŞLO

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Tahir Hecî Salih El Elî duh li bajarê Qamişloyê ji ber kîrza dil wefat kir.

Siyasetmedar Tahir Hecî Salih El Elî ji kesên destpêkê bû ku tev li tevgera Kurd li Sûriyeyê bû. Bi çalakî û helwesta xwe ya piştevanê yekitiya neteweyî dihat nasîn.

Tahir Hecî Salih El Elî li gel siyasetmedarê Kurd Osman Sebrî tevî xebatên lidarxistina Konferansa Partiyên Çegir ên Kurd bû ku sala 1969'an de li bajarê Amûdê hatibû lidarxistin. Di sala 1987'an de wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê hat hilbijartin.

Ji ber xebat û helwesta xwe ya siyasî li bajarê Rimêlan ji aliyê şaxên ewlehiyê yên rejîma Baasê ve hat lêpirsînkirin û astengkirin. Lê tevî vê yekê bi helwesta xwe ya neteweyî ve girêdayî ma.

Tahir Hecî Salih El Elî sala 1952'an de li gundê Qetraniyê yê Tirbespiyê ji dayik bibû. Cenazeyê wê li bajarê Qamişloyê hat veşartin û taziye li taxa Qidûrbek tê qebûlkirin.

(bb)

ANHA