Di êrişên li dijî Xan Yûnis û Xezayê de 12 kes hatin kuştin

Di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser deverên Xan Yûnis û Xezayê de herî kêm 12 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrişên li dijî Xan Yûnis û Xezayê de 12 kes hatin kuştin
12 tebax, 2025   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser deverên Xan Yûnis û Xezayê de, herî kêm 12 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn ku piraniya wan zarok bûn.

Çavkaniyên ji Nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnisê ragihand ku artêşa Îsraîlê konek li herêma El Mecayda ya Xan Yûnisê bombebaran kir, heta niha 5 cenaze û hinek birîndar gihaştine nexweşxaneyê.

Çavkaniyên ji Nexweşxaneya El Mamedan a li Xezayê jî ragihand ku artêşa Îsraîlê mala malbata El Huserî ya nêzîkî Mizgefta El Farûq a li taxa El Zeytûn a Xezayê bombebaran kir, heta niha 7 cenaze û çend birîndar gihaştine nexweşxaneyê.

Artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023ˊyan ve Xezayê berdewam dike, di encamê de heta niha  61 hezar û 499 kes hatine kuştin û nêzîkî 153 hezar kes jî birîndar bûne.

(k)