Li Iraqê 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Saziya Dije Terorê ya Iraqê ragihand ku di operasyonên li DAIŞ’ê de 11 çteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Li Iraqê 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
12 tebax, 2025   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonên li seranserê welat ên li dijî DAIŞ’ê de, 11 çete hatine girtin.

Li gorî heman daxuyaniyê çeteyek li Silêmaniyê, 5 li Mûsilê, 4 li Kerkûk û çeteyek jî li Selahedînê hatine girtin.

Hate gotin ku wê operasyonên bi heman armancê dijî şaneyên DAIŞ’ê dewam bikin.