Di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de bi dehan kes hatin kuştin

Di êrişên asîmanî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi dehan kes hatin kuştin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara kesên ji ber birçîbûnê mirine gihîştiye 348 kesan.

Di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de bi dehan kes hatin kuştin
1 îlon, 2025   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Filistînî roja duşemê ragihand ku bi dehan kes di encama êrişên leşkerî yên Îsraîlê de li deverên cûda yên Xezayê hatine kuştin.

Televîzyona El Aqsa li ser zimanê çavkaniyên bijîşkî ragihand ku 16 kes li bajarê Xezayê û 5 kesên din li başûrê Xezayê ku alîkarî dixwestin hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Safa ragihand ku du kes li nêzî Mizgefta El Şafî'î li taxa El Zeytûn, li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê hatine kuştin. Her wiha di bombebarana li ser avahiyeke li Kolana El Nefaq, li bakurê bajêr de 5 kes hatin kuştin. Li bajarokê Benî Suhaila, li rojhilatê Xan Yûnisê jî 3 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 9 kesên din, di nav wan de 3 zarok, ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê mirin. Wezaretê diyar kir ku hejmara miriyên ji ber birçîbûnê gihîştiye 348 kesan, di nav wan de 127 zarok in.

Şerê ku di 7`ê Cotmeha 2023`an de, piştî êrişeke Hamasê li ser başûrê Îsraîlê, dest pê kir, berdewam dike. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ji ber operasyona leşkerî ya Îsraîlê zêdetirî 63 hezar kess hatine kuştin û li Xezayê krîzeke mirovî ya giran derketiye.

(k)