Biryarnameya hikumetê nehat pêkanîn, nehiştin karmend vegerin ser kar

Rayedarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê îro nehiştin karmendên bendera Laziqiyê û Saziya Gumrikê ya li Şamê, vegerin ser karê xwe.

Biryarnameya hikumetê nehat pêkanîn, nehiştin karmend vegerin ser kar
1 îlon, 2025   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 27`ê Tebaxê serkretariya serokatiya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê biryanameyek derxist û li gorî biryarnameyê karmendên ku piştî hilweşîna rejîmê ji kar hatibûn dûrxistin, ji destpêka meha Îlonê ve dikarin vegerin ser karê xwe.

Li ser vê biryarnameyê karmendên bendera Laziqiyê ku ev 3 meh e ji kar hatine dûrxistin, îro xwestin herin ser karê xwe, lê rayedaran nehiştin ew vegerin. Rêveberên benderê gotin ku haya wan ji biryarê tune ye û dibe ku biryarnameyeke sexte be.

Karmendan li ber deriyên saziyên benderê çalakiya protestoyê li dar xist û diyar kir ku astengkirina vegera wan a kar kiriyareke neheq e.

Li Şamê jî îro sibehê karkerên Gumrikê berê xwe da cihê kar, lê li wir jî rayedaran nehiştin ew vegerin ser karên xwe.

Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi dehezaran karmend, bi hênceta ku bermayên rejîma berê ne, ji kar dûr xistin û heta niha rewşa wan ne diyar e.

Ajansa me di 29`ê Tebaxê de der barê rewşa karmend û karkerên ku ji hêla Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ve ji kar hatine dûrxistin, raporek weşandibû.

(k)