Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin

Li Xezayê di encama êrişên Îsraîlê de 4 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin
21 gulan, 2026   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên îro yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WFA) ragihand ku 2 filistînî li herêma Mewasî ya bajarê Refehê yê başûrê Xezayê hatin kuştin û kesekî din li bajarokê Qerara yê bakurê rojhilatê Xan Yûnisê hat kuştin.

Heman ajansê diyar kir ku droneke Îsraîlê li devera Beyt Lahiya yua bakurê Xezayê bombeyek avêt koma welatiyan, di encamê de kesek hat kuştin û hin birîndar bûn.

Di êrişeke din a bi dronan de kesek li nêzî kampa Helawa ya koçberan a li devera Cibalya El Beled a bakurê Xezayê birîndar bû.

(bb)