Partiyên siyasî li 4 bajaran buhayê genim red kir

Li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê partiyên siyasî buhayê kirîna genim ji cotkaran red kir û diyar kir ev biryar ne li gorî lêçûnên çandiniyê ye û gefê li siberoja çandiniyê û ewlehiya xurekê dixwe.

21 gulan, 2026   14:18
QAMIŞLO

Partiyên Hevdîtina Şêwirî, Partiya Komunîst a Sûriyeyê ya Yekgirtî û Partiya Îradeya Gel li dijî buhayê kirîna genim ji cotkaran, li Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Kobanê çalakî li dar xistin.

Çalakiya li bajarê Qamişloyê li pêşiya avahiya Nivîsgeha Dexlûdan a naverasta bajar, çalakiya li Dêrikê jî ji Qada Şehîdan, her wiha çalakiya li bajarê Hesekê li pêşiya avahiya Yekitiya Cotkaran a li Kolana Qamişloyê û ya li Kobanê li Qada Aştiyê pêk hatin.

Di çalakiyan de pankartên "Genim doza gel e", "Bêyî çandiniyê aborî nîn e", "Nanê gel xeta sor e", "Keda cotkaran ne erzan e", "Genim rûmeta welat e", "Piştgiriya bi cotkaran re parastina ewlehiya xurekê ye", "Bihayek adil ji bo genim mafek rewa ye", "Nehêlin pariyek nan bibe xewn", "Keda cotkar ji biryara we biqîmettir e", "Na ji wêrankirina aboriya neteweyî re... %95 di bin xeta xizaniyê de ne", "Berî ku pir dereng bibe edaletê li cotkar bikin" û "Piştgiriya çandiniyê erkek neteweyî ye" hatin vekirin. Hin beşdaran simbilên genim hilgirtin.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kit, piştre bi navê partiyên çalakî li dar xistine daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de biryara hikumeta demkî ya diyarkirina buhayê kirîna genim ji cotkaran (tonek bi 46 hezar lîreyên Sûriyeyê) hat şermezarkirin. Hate gotin: "Buhayê hatiye diyarkirin ne li gorî lêçûnên çandiniyê ye."

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin buhayê hatiye diyarkirin beşeke mezin a cotkaran tîne ber xisarên mezin ku bandoreke rasterast li xebatên wan ên çandiniyê ji bo salên bê dike, di heman demê de dê bandoreke neyinî li ser ewlehiya xurekê û istiqrasra nifûsê li welêt, tevgera bazirgnaiyê, derfetên kar û istiqrawra civakî bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rîska vê biryarê bi awayekî mezintir li parêzgeha Hesekê derdikeve holê ku jêdera sereke ya aboriya herêmê ye. Hate zanîn, parêzgeha Hesekê navenda giraniya çandinyê ye ku hilbîrna wê ya îsal nêzî mîloyon û nîv ton genim e.

Di daxuyaniyê de buhayê genim hat redkirin û bang li aliyên têkildar hat kirin ku biryarê li ber çavan bigirin û wiha hat domandin: "Destekkirina çandiniyê ne tenê dosyayeke aborî ye, lê hêmanekî bingehîn ê ewlehiya xurekê û aramiya welat e. Li ser vê yekê divê di rêvebirina qada çandiniyê de nêzîkatiyên hevseng hewce dike. Parastina welat ji bertekên gel zehmet e were kontrokirin, ji ber ku jiyana beşek berfireh a civaka Sûriyeyê eleqedar dike."

Partiyên Hevdîtina Şêwirî ji van partiyan pêk tê: Partiye Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî), Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Partî), Partiya Çepa Demoqrat a Kurd li Sûrî (P.Ç. D.K.S), Tevgera Azadî Kurdistanî li Sûriyeyê, Partiya Rêkeftina Demoqrat a Kurdî ya Sûrî, Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê û Partiya Pêşverû a Kurd li Sûriyeyê.

(bb)

ANHA

KOBANE

derik

heseke

qamislo