Di êrişên Îsraîlê de berpirsekî Hizbullahê û 9 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de berpirsekî Hizbullahê û 9 kesên din hatin kuştin û 50 kes birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê de berpirsekî Hizbullahê û 9 kes hatin kuştin
21 sibat, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlehiyê agahî dane Reutersê û ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Sehil El Bîqaa ya li rojhilatê Lubnanê de, tevî berpirsekî Hizbullahê, bi kêmanî 10 kes hatine kuştin û nêzî 50 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê jî der barê êrişê de daxuyaniyek li ser X’ê weşand û agahî dan ku wê navendên fermandariyê yên Hizbullahê yên li herêma Beilbek kirine armanc.

(bb)