Di êrişên Ukraynayê de 11 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku di êrişên dornên Ukraynayê yên li dijî Komara Udmurtiya ya Rûsyayê de 11 kes birîndar bûne. Rûsyayê jî ragihand ku wê 77 dronên Ukraynayê xistine.

Di êrişên Ukraynayê de 11 kes birîndar bûn
21 sibat, 2026   11:24
NAVNDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Komara Udmurtiya ya Rûsyayê daxuyaniyek li ser Telegramê weşand. Li gorî daxuyaniyê, di êrişên şeva borî yên Ukrayanyê yên bi dronan de, 11 kes birîndar bûn.

Gerînendetiyê daxuyand ku rewşa birîndarekî giran e. Li gorî daxuyaniyê "birîndarê rewşa wî giran bi helîkopterê bo Izhevskê hatiye veguhastin, li wir emeliyat  bûye û niha di bin çavdêriyê de ye.”

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî di şevekê de 77 dronên Ukraynayê li ser axa Rûsyayê xistine xwarê.

(bb)