Di êrişên Îsraîlê de 430 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ji 13 Hezîranê ve 430 kes di êrişên Îsraîl yên li ser Îranê de jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

 Di êrişên Îsraîlê de 430 kesan jiyana xwe ji dest dan
21 hezîran, 2025   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl-Îranê ku di 13 Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê destpê kir, di roja 9’an de dewam dike. Wezareta Tenduristiyê ya Îranê derbarê hejmara kesên di encama êrişên Îsarîlê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek belav kir.

Li gorî wezaretê ji 13 Hezîranê heya îro, di encama êrişên Îsraîl yên ser Îranê de, 430 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 500 kes jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyê kesên di êrişan de mirine, piraniya xwe tîmên tenduristî, beşa lezgîn û welatiyên sivîlin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî, ji 13 Hezîranê ve di encama êrişên Îran yên ser Îsraîlê de, 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û 271 kes jî birîndar bûne.