Di êrişên Amerîka û Brîtanyayê de 40 hûsî hatine kuştin

Sky Nes Arabia ragihand ku di êrişên DYA û Brîtanya de 40 hûsî hatine kuştin.

Di êrişên Amerîka û Brîtanyayê de 40 hûsî hatine kuştin
5 sibat, 2024   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Sky News Arabia ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan ji Yemenê ragihand ku di 2 rojên dawîn de di encama êrişên Amerîka û Brîtanyayê de 40 hûsî hatine kuştin. 

Heman çavkaniyan bi bîr xistin ku piraniya kuştiyên Hûsiyan li Senaa û Hudeydeyê ne.

Hûsiyan ji Mijdarê ve piştî destpêkirina şerê Îsraîlê û Hemasê û ji bo piştgiriya filistiniyan dest bi hedefgirtina keştiyan bi taybet ên girêdayî Îsraîlê li Deryaya Sor kir.

Hêzên Amerîka û Brîtanyayê jî êriş hûsiyan kir ku ji wê demê ve hedefgirtina berjewendiyên Amerîka û Brîtanya ji xwe re rewa hesibandin.

(şx)