Di êrişek Rûsyayê ya li Ukraynayê de zirar bi keştiyek Tirkiyeyê bû

Ukraynayê ragihand ku di êrişa Rûsyayê ya li dijî bendera Odessa ya Deryaya Reş de keştiyek ala Tirkiyeyê li ser zirar dît, lê tu birîndarî nehatin qeydekirin.

Di êrişek Rûsyayê ya li Ukraynayê de zirar bi keştiyek Tirkiyeyê bû
12 kanûn, 2025   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrekî Ukraynayê diyar kir ku ku di êrişa asîmanî ya Rûsyayê ya li ser bendera bajarê Odessa yê Deryaya Reş ê Ukraynayê de, keştiyeke Tirkiyê zirar dîtiye.

Wezîrê Jinûve Avakirina Ukraynayê Oleksiy Kuleba bi rêya telegramê diyar kir ku, "Rûsyayê li herêma Odessa bi êrişa mûşekî binesaziya sivîl bombebaran kir. Di encamê de keştiya ala Tirkiyeyê lê ser a li Deryaya Reş zirar dît, lê tu birîndarî çênebûn."

(ac/fr)

ANHA